Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HRE: 14 leşker û çeteyên dewleta tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) regihand ku di çalakiyên 1-3’yê hezîranê de yên li Mera, Bab, Ezaz û Efrînê bi giştî 14 leşker û çeteyên dewleta tirk a dagirker hatine kuştin

Navenda Nûçeyan |

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên di navbera 1-3’yê hezîranê yên li cih û demên cuda de li dijî artêşa tirk û çeteyên wê li dar xistin daxuyaniyek da.

Daxuyaniya HRE’yê ya li ser çalakiyan wiha ye:

“Di navbera 1-3’ê hezîranê de, ji aliyê hêzên me çalakiyên bibandor ya bersivdayînê hatin lidarxistin. Di wan çalakiyan de leşker û çeteyên dewleta dagirker hatin hedefkirin ku ev kom heya niha di Efrîna dagirkirî de li hember şêniyên bajar sûcên mirovahiyê pêk tînin, hewl didin demografiya herêmê biguherînin û bi her awayî zext û zorê li gelê me dikin. Di vê çarçoveyê de;

Roja 1’ê Hezîranê: Li Marê, hêzên me li dijî noqteyek çeteyan çalakiyek bi drone lidar xistin. Di encamê vê çalakiyê de hejmara kuştî û brîndarên dijmin nehat zelalkirin. Li gundê Daglibaşê ya Babê, hêzên me li dijî çeteyên dagirker çalakiyek lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin. Her wiha doçkayek wesayît hate rûxandin.

Roja 2’yê Hezîranê: Li gundê Keferxweşê ya Ezazê, hêzên me çalakiyek li dijî çeteyên dagirker lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û brîndarên dijmin nehat zelalkirin. Heman rojê seetên şevê, di navbera gundên Gobelê û Basilê ya Efrînê, hêzên me li dijî konvoyek artêşa tirk a dagirker çalakiyek sabotajê lidar xistin. Di vê çalakiyê de wesayîteke zirxî ya bi cûreya Kîrpî hate rûxandin. Di encama vê çalakiyê de yek ji wan serleşker, 8 leşkerên dagirker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

Roja 3’yê Hezîranê: Li derdora gundê Basufanê, hêzên me li dijî komek leşkerên dagirker çalakiyek lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî brîndar bûn. Li Efrînê, li dijî kargehek gazê ya girêdayî çeteyan çalakiyek sabotajê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de kargeh hate rûxandin.

Di wan çalakiyên 3 rojan de bi giştî 12 leşker û 2 çete hatin kuştin, 7 leşker jî brîndar bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar