Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

HRE: 16 leşker û çeteyên tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê daxuyand ku di çalakiyên wan ên li Efrînê yên li dijî çete û leşkerên artêşa tirk a dagirker ên 3 rojên dawîn de 12 leşker û 4 çete hatine kuştin

Bi daxuyaniyeke nivîskî Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) der barê çalakiyên xwe yên dawîn de agahî parve kirin. HRE’yê ragihand ku di 31’ê tebaxê de li Şêrawa çalakiyek li hember artêşa tirk a dagirker li dar xistiye û 4 leşker hatine kuştin. Di çalakiya duh a li Şerayê de jî 4 çete hatine kuştin û 3 çete jî birîndar bûne. Her wiha HRE’yê têkildarî çalakiya xwe ya di 29’ê tebaxê de ya li Şêrawayê jî diyar kir ku hejmara leşkerên kuştî zelal kirine ku di wê çalakiyê de jî 8 leşker hatine kuştin.

Berfirehiya daxuyaniya HRE’yê wiha ye:“Hêzên me li dijî baregeh û tevgera artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrînê çalakiyên bibandor li dar xistin û hejmarek ji leşker û çeteyên tirk kuştin. Di 31’ê tebaxê de hêzên me li dijî wesayîteke zirxî ya artêşa tirk a dagirker li derdora gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawayê çalakiyeke bibandor li dar xist. Di encamê de ew wesayît hat rûxandin û 4 leşkerên tirk hatin kuştin. Di 1’ê îlonê de hêzên me bi çekên navîn liv û hewldanên pêşdehatinê yên çeteyên artêşa dagirker a tirk li derdora gundê Malikiyê û kela Şewarixa yên navçeya Şera kirin armanc, her wiha du çalakiyên sabotajê li hember wan li dar xistin. Di encamê de hewldanên çeteyan berteref bûn, 4 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn. Di 1’ê îlonê de me bi daxuyaniyekê encama çalakiya hêzên xwe ku di 29’ê tebaxê de pêk hatibû û navendeke artêşa tirk a dagirker li derdora gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawayê kiribû armanc, ragihand. Der barê wê çalakiyê de agahiyên zelal bi dest ketin û hejmara leşkerên tirk ên ku hatibûn kuştin 8 leşker in.”EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar