Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di 23 û 24’ê tîrmehê de çalakî li dijî çeteyên artêşa tirk a dagirker lidarxistin.
HRE’yê der barê wan çalakiyan de bi daxuyaniyekê ev agahî parve kirin: “Çalakiyên hêzên me li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayê wê didomin.
23’yê tîrmehê li xeta Marê di çalakiya sekvanî de çeteyek hat kuştin. Dîsa di heman rojê de li xeta Şêrewa di çalakiyeke taybet a hêzên me de 4 çete birîndar bûn.
24’ê tîrmehê li xeta Ezazê di çalakiya sekvanî de çeteyek hat kuştin.”