Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

HRE: 5 leşkerên tirk û 2 çeteyên wê hatin kuştin

Şervanên HRE her roj li dijî leşkerên dagirker ên tirk û çeteyên wê çalakiyên bibandor li dar dixin. HRE’yê ragihand ku di çalakiyên ku li dijî artêşa dagirker a dagirker li dar xistin de, 5 leşkerên tirk û 2 çeteyên wê hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîsîkî çalakiyên xwe yên li dijî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê pêk anîne aşkera kirin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Êrîşên qirkirinê yên artêşa tirk a dagirker li dijî herêmên me dewam dikin û bi taybet gelê me tê hedefgirtin û em jî bersiva van êrîşan didin. ‏

Di 9′ê cotmehê de, hêzên me çalakiyek li bajarokê Babê yê dagirkirî kir, di encamê de çeteyek û leşkerekî tirk hate kuştin, 3 çeteyên dewleta tirk a dagirker birîndar bûn û erebeyeke leşkerî hate rûxandin.

Di 11′ê cotmehê de hêzên me li dijî baregeha Dabiq a li Ezazê çalakiyek kir, di encamê de 3 leşkerên artêşa tirk a dagirker hatin kuştin û 4 leşker jî birîdnar bûn, her wiha erebeyek leşkerî ji cureya aqreb hate rûxandin. Di heman rojê de çeteyên Sultan Murad êrîşî gundê Medyone yê Şehbayê kir, hêzên me bersiva êrîşê da û têk bir. Di encama bersivdanê de 3 çete birîndar bûn.

Di 12′ê cotmehê de, hêzên me li dijî baregeheke artêşa dagirker a tirk li bajarokê Ezazê çalakiyek kir, di encamê de leşkerekî dewleta tirk hate kuştin û leşkerek birîndar bû. Di heman rojê de di çalakiyeke sekvaniyê li xeta Ezazê de çeteyek hate kuştin. Her wiha di heman rojê de jî baregeha artêşa tirk a dagirker a li Enabê yê navçeya Şerayê hate hedefgirtin û di encamê de 2 leşkerên tirk birîndar bûn.

Bi gelemperî di encama çalakiyên hêzên me de, 5 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û 2 çeteyên wê hatin kuştin, 8 leşker û 6 çete birîndar bûn û 2 erebeyên leşkerî hatin rûxandin.

Heta dagirkerî hebe û êrîşên qirkirinê dewam bikin, dê çalakiyên me jî dewam bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar