HRE’yê diyar kir hêzên wan li Raiye çeteyekî ku wergervanî ji leşkerên tirk re dikir, bi çalakiyeke sabotajê hatiye bêbandorkirin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku çalakiyên wan ên tolhildanê yên li dijî hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam in. HRE’yê destnîşan kir ku hêzên wan li nêzî navçeya Raiyê çalakî pêk anî.
HRE’yê hûrgiliyên çalakiyê wiha parve kirin: “Di 16’ê mijdarê de li derdora bajarê Raî hêzên me bi çalakiyeke sabotajê çeteyekî ku wergervanî ji leşkerên artêşa tirk a dagirker re dikir, kir armanc. Di encamê de ew çete hate kuştin.”
Herî dawî jî HRE’yê daxuyand ku liv û tevgera balafirên şer û keşfê yên artêşa tirk a dagirker a li ser herêmên Efrîn û Şehbayê berdewam dike.