Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrişa hewayî ya dewleta tirk de 5 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî êrîşên hewayî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta tirk di êrîşên hewayî de navçeyên Til Rifet û Şerayê û gundên Bêlûniyê, Şêx Îsa, Minix û Şêwerxayê ku penaber lê dimînin hedef girtiye û ev agahî dan: “Di êrîşan de 5 şervanên me û 2 welatî şehîd bûn.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama êrişan de zêdetirî 20 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dane.