Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

HRE: Hevrêyên me Cîlo Baliya û Xabûr Efrîn şehîd bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanên wan Cîlo Baliya û Xabûr Efrîn 15'ê nîsana 2023'yan de li Efrînê şehîd bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku şervanên wan Cîlo Baliya û Xabûr Efrîn roja 15’ê nîsanê li herêma Efrînê dema li ser erka xwe bûn, şehîd bûn. HREʹyê sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwestin.

Daxuyaniya HREʹyê wiha ye: ʹʹDi çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de têkoşîna me ya li hember dewleta tirk a dagirker û komên çeteyên wê didome. Hevrêyên me Cîlo Baliya û Xabûr Efrîn di roja 15’ê nîsanê de li herêma Efrînê dema li ser erka xwe bûn, şehîd bûn.

Di sala 2011’an de dema ku li tevahiya Sûriyeyê li hember rejîma Baasê serhildana gelan çêbû, li Rojavayê Kurdistanê jî gelê Kurd bi pêşengiya ciwanên şoreşger yek bi yek bajarên xwe rizgar kirin. Hema hema kesê ku ji bayê şoreşê bandor nebû nemabû. Hevrêyê me Cîlo jî ji bajarê Efrînê ya warê berxwedanê ye, di sala 2012’an de dema ku YPG hîn gavên destpêkê yên avakirinê diavêt li herêma Efrînê tevlî YPG’ê bû. Şerê YPG yê li dijî komên çeteyan wek DAIŞ û El Nûsra de rêheval Cîlo jî di pêngava rizgarkirina Şehbayê û hawîrdorên wê de cîh girt. Yek ji berxwedana meya li dijî dagirkeriyê berxwedana Efrînê ye ku 58 roj ajot, hevrê Cîlo di vê berxwedanê de di eniyên pêş de cîh girt. Hevrê Cîlo tevî ku zewicî ye û bavê 3 zaroka ye lê bo parastin û ewlehiya herêmê rewşa malbatîyê nekir asteng. Piştî dagirkirina Efrînê jî ji bo rizgarkirina cihê lê çêbûyî, mezin bûye û careke din vegerê li ser axa Efrînê di perwerdehiyê de xwe kur kir. Di asta fermandartiyê de xwe pêş xist. Gelê me yê Efrînê ku koçî Şehbayê û herêmên din bûne ji nêz ve dît û êşa wan ji dil da hîs kir. Berpirsyartiya hevrê Cîlo hem li hember welat hem li hember gel hem jî li hember şervanê xwe hebû. Ji ber wê di kar û xebatên xwe de wek kesayetê ku girtibû de tîtîz û pak bû. Ji her erkê re vekirî bû û ti car dûdilî jiyan nekir.

Rêheval Xabûr Efrîn wekî her mirovekî welathez û bi axa xwe girêdayî bi ramanên azad bandor dibe û dema ku Efrîn tê dagirkirin ji bo kîn û hesabpirsîna ji dagirkeriyê tevlî nava refên me dibe. Bi îradeya ji pola yê ku tu carî hemberî dagirkeriyê teslîmetê qebûl nake û bo vegera li Efrînê di berxwedanê de israr dike. Rêheval Xabûr wezîfeya destpêkê hevrê Xabûr ew bû ku li pêş gelê xwe vegera Efrîna azadkirî bû. Di temenên xwe yên ciwan de bi armancên mezin kesayetek avakir û erkên mezin girt ser milê xwe lê şehadeta wî zû bû. Em ê teqez armancên wê pêk bînin ku bi hevrêyê xwe ra heman xeyalî dijîn.

Em di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Cîlo Baliya û Xabûr Efrîn re û tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameyên şehîdên me wiha ye:

Nasnav: Cîlo Baliya

Nav û paşnav: Mehmûd Îbrahîm

Navê dayikê: Emîne

Navê bav: Cemal

Cih û Dîroka Şehadetê:  Herêma Efrîn / 15 Nîsan 2023

Nasnav: Xabûr Efrîn

Cih û dîroka şehadetê: Herêma Efrîn / 15 Nîsan 2023″

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar