Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

HRE: Hêzên me 11 çeteyên dewleta tirk a dagirker kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku hêzên wan di 19 û 20’ê tîrmehê de 11 çeteyên dewleta tirk a dagirker kuştin û 7 çete jî birîndar bûn. Her wiha gelek çek û cebilxane hate desteserkirin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî çalakiyên xwe yên li dijî çeteyan ên dawîn agahî dan. HRE’yê ev agahî parve kir: “Roja 19’ê tîrmehê li xeta Marê hêzên me ji du baskan ve ketin nava çeperên dijmin, hêzên me derbeke giran li çeteyên dagirker xist, mevzî û çeperên dijmin bi temamî rûxandin û dagirkerên li wir ceza kirin. Her wiha hêzên me çûn ser cenazeyekî dijmin. Di encama vê çalakiyê de yek jê fermandar, 4 dagirker hatin kuştin û 4 dagirker jî birîndar bûn. Her wiha erebeyeke doçkabarkirî jî hate derbkirin.

Roja 20’ê tîrmehê li xeta Ezazê hêzên me çalakiyeke serdegirtinê li ser çeteyên dagirker li dar xist, çeper û mevziyên dijmin hatin rûxandin û hêzên me çûn ser cenazeyên dagirkeran. Di encama vê çalakiyê de 6 dagirker hatin cezakirin û 3 çete jî birîndar bûn. Di heman demê da 2 erebeyên leşkerî hatin îmhakirin. Di vê çalakiyê de 3 çekên AK-47, 2 rext, 11 jarjorên AK-47’yan, telefonek, cîhazeke muhabereye ya HYT, çenteyek, pîlên termalê û miqdareke zêde ya fîşekên AK-47’yan ji aliyê hêzên me ve hatin desteserkirin.

Piştî çalakiyên bibandor ên hêzên me dewleta Tirk a dagirker û tevî çeteyên xwe bi awayekî namerdane dîsa li pêş raya giştî bi tank, obîs, hewan û doçkayan gundewarên Şehbayê yên koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê lê dijîn, kirin hedef. Di encama vê yekê de jî şêniyek birîndar bû û her wiha mal û milkên gelê me ji ber êrîşên bêexlaq zirar dît.

Li hember êrîşên dijmin dê çalakiyên me yên bersivdayînê bidomin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar