HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li herêmên Mare û Ezazê li artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê xistine. HRE’yê da zanîn ku di çalakiyan de leşkerek û çeteyek hatine kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di 21 û 22’yê çileyê de li herêmên Mare û Ezazê li dijî artêşa tirk a dagirker û komên wê yên çete çalakî pêk anîn.
HRE’yê da zanîn ku di 21’ê çileyê de li herêma Mareyê di çalakiyeke sûîqestê ya li dijî artêşa tirk de çeteyek hate kuştin. HRE’yê daxuyand ku di 22’yê çileyê de jî li herêma Ezazê li dijî baregeheke leşkerî ya artêşa tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê pêk anîn û di encamê de tangek hate derbkirin, leşkerekî tirk hate kuştin û yek jî birîndar bû.
HRE’yê diyar kir ku piştî çalakiyan, artêşa tirk û çeteyên wê herêmên Efrîn û Şehbayê bi obus, hawan û tankan topbaran kirin. HRE’yê herî dawî jî daxuyand ku tevgera balafirên keşfê ya li ser herêmê didome.