Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HRE: Li Efrîn û Şêrawa 14 leşker û çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku li Efrîn û Şêrawayê di çalakiyên hêzên wan de herî kêm 14 leşker û çeteyên tirk hatine kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li Efrîn û Şêrawayê daxuyaniyek nivîskî weşand. HRE’yê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di çarçoveya çalakiyên xwe ên leşkerî li hember artêşa dagirker a tirk û çeteyên wê de li herêma Efrîn û derdora wê, di her dû rojên borî de derbên giran li leşker û çeteyên tirk dane, li Efrîn û navçeya Şêrawa herî kêm 14 leşker û çete kuştin.

HRE’yê li ser çalakiyên şervanên xwe ev agahî parve kir: “Di roja 6’ê hezîranê, hêzên me kemînek li pêşiya konvoyekî artêşa dagirker a tirk li ser rêka di navbera Efrîn û gundê Basûtê yê girêdayî navçeya Şêrawa danîn, di encamê de şerê rû bi rû bi çekên sivik di navbera şervanên me û leşkerên tirk de rû da, di şer de leşkerekî tirk hat kuştin û di nav de jî rewşên giran 7 leşker birîndar bûn. Di roja 27’ê hezîranê hêzên me ji du baskan êrîş birin li ser tepeyê gundê Kebaşîn yê Şêrawa ku çeteyên girêdayî artêşa dagirker a tirk lê bi cîh bûne û nuqteyekî keşfê ya artêşa tirk li heman gundî, di encam de şer rû da û têde herî kêm 4 çete hatin kuştin û çeteyek birîndar bû, hejmarek ji leşkerên tirk jî hatin kuştin lê hejmar ne hat zelal kirin. Hemwextî çalakiyên şervanên me ên li gundê Kebaşîn, artêşa dagirker a tirk bi hejmarek mezin ji çeteyan dest bi operasyonê kirin lê ji aliyê şervanên me hatin armanc girtin, di armanc girtinê de 5 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. Di heman demê de, hêzên me çalakiyek li hember nuqteyekî kombûyîna çeteyan li heman gundî (Kebaşîn) li dar xistin, di encamê de 3 çete hatin kuştin û hejmarek ne diyar birîndar bûn. Di rêzeçalakiyên hêzên me ên li gundê Kebaşîn şervanekî me bi sivikî birîndar bû. Di roja 27’ê hezîranê de hêzên me bi çalakiyekî sabotajê nuqteyekî çeteyên (polîsên leşkerî) li taxa Tirindê a li navenda bajarê Efrînê kirin hedef. Di encamê de 1 çete hat kuştin û 1 jî birîndar bû. Weke encam, di rêzeçalakiyên hêzên me de li Efrîn û navçeya Şêrawa herî kêm 14 leşker û çeteyên girêdayî artêşa dagirker a tirk hatin kuştin û hejmareke mezin jî birîndar bûn.”EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar