Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HRE: Li Efrînê leşkerek û 2 çete hatin kuştin

HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Efrînê li dijî benda kontrolê ya artêşa tirk û çeteyên wê çalakî pêk anîne. HRE’yê da zanîn ku di çalakiyê de leşkerekî artêşa tirk û 2 çeteyên wê hatine kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê aşkera kir ku hêzên wan duh li gundê Tirindê yê navenda Efrînê li dijî bendeke kontrolê ya artêşa tirk a dagirker  û çeteyên wê çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. HRE’yê da zanîn ku  di çalakiyê de leşkerek û 2 çete hatine kuştin. Her wiha di çalakiyê de 2 çeteyên koma bi navê Firqet El Hemzat jî birîndar bûne.

Berfirehiya daxuyaniya HRE’yê wiha ye: “Di çarçoveya çalakiyên şervanên me yên ku li dijî leşker û çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker ên li Efrînê û derdora wê,  hêzên me di 7’ê adarê de li dijî benda kontrolê ya Tirindê ya bi ser navenda Efrînê ve ku leşker û çeteyên dewleta tirk lê cih digirin, çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek û 2 çete hatin kuştin. Her wiha 2 çeteyên girêdayî koma Firqet El Hemzat jî birîndar bûn. Her wiha beşeke mezin a benda kontrolê jî hatiye rûxandin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şervanên HRE’yê bi taybet jî di demên dawî de çalakiyên xwe yên li dijî komên dagirker ên li Efrînê zêde kirine. Di encama van çalakiyan de hema hema rojane gelek çete û leşkerên dewleta tirk tên kuştin. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar