PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

HRE: Li Mare û Şêrawayê 13 çete hatin kuştin

HRE‘yê ragihand ku hêzên wan li herêma Mare û navçeya Şêrawa rêzeçalakiyên bi bandor li hember artêşa tirk û çeteyên wê li dar xistine û di çalakiyan de 13 çete hatine kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) der barê çalakiyên wan ên li herêma Mare û navçeya Şêrawayê de daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê HRE’yê de ev tişt hat gotin:

“Di dîroka 4‘ê tebaxê de hêzên me çalakiyek bi bandor li hember çeteyên El Cebha El Şamiyê li derdora herêma Mareyê li dar xistin. Hêzên me seyareyekî leşkeri ku hejmarek ji çeteyan têde bûn kirin armanc. Di encamê de seyareya leşkeri hat rûxandin, 4 çete hatin kuştin û 2 çete jî birîndan bûn.

Di dîroka 5‘ê tebaxê de hêzên me bi rêzeçalakiyên cuda çeperên komên çete ên girêdayî artêşa dagirker a tirk li gundê Beradê yê girêdayî navçeya Şêrawa kirin armanc. Şervanên me girtin li ser baregehekî çeteyan û şerê rû bi rû kirin, di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û baregehekî çeteyan hat rûxandin.

Hemwextî wê, dema ku hejmarek ji çeteyan xwestin çeteyên kuştî ji herêmê dûr bixin, şervanên me çalakiyekî sabotajê li dar xistin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin. Li aliyekî din li heman gundê Beradê hêzên me li dijî kombûyîna çeteyan çalakiyekî sabotajê li dar xistin. Di encamê de 5 çete hatin kuştin.

Weke bîlançoya çalakiyên gundê Beradê; 9 çete hatin kuştin, hejmarek cebilxane hatin desteser kirin. Cebilxaneyên ku hatin desteser kirin; 2 çekên AK-47, 2 Rext, 12 jerjor û 2 telefon.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar