Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

HRE: Li Şêrawa 7 leşkerên tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiya hêzên wan yên li navçeya Şera û Şêrawa yên Efrînê de 7 leşkerên artêşa tirk a dagirker hatine kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li dijî dagirkeriya artêşa tirk daxuyaniyek nivîskî weşand. HRE’yê destnîşan kir ku li navçeya Şera û Şêrawa yên Efrînê 7 leşkerên tirk hatine kuştin.

HRE’yê di daxuyaniyê de ev agahî ragihand: “Li dijî êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma navçeya Şera û Şêrawa hêzên me bi çalakiyên xwe yên bi bandor derbeyan li dagirkeriyê dixin. Di roja 9’ê tebaxê li gundê Kimarê yê girêdayî navçeya Şêrawa li hemberî alavên leşkerî û baragehên artêşa tirk a dagirker hêzên me bi du çalakiyên hemwext derbên giran li artêşa dagirker dan. Yekîneyên me li gundê Kîmarê seyareyekê barhilgir ya leşkerî ku karên mêtingeriyê yê avakirina û dîwarê veqetandinê çêdike,  bi çalakiyekê tevî ajokarê wê rûxandin. Li heman gundî li hemberî kombûneke leşkerên artêşa tirk a dagirker çalakiyek hat li dar xistin. Di encama çalakiyê de barageh hat rûxandin, 7 leşkerên artêşa tirk hatin kuştîn û 2 serbazên tirk ên payebilind bi giranî birîndar bûn. Artêşa tirk a dagirker bi 3 firokeyan kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirin û birin nexweşxaneyên li Tirkiyeyê.” EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar