Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

HRE’ê peyama Newrozê şand pîrozbahiya Şehbayê

Fermandiya HRE’ê ku ji Newroza Şehbayê re peyam şand, destnîşan kir ku ew ê dijî dagirkeriyê têkoşînê bilind bikin û bang li hemû gelên azadixwaz kir ku ji bo serkeftinê bi hev re têbikoşin, Efrînê bi geşkirina agirê Newroz rizgar bikin.

Fermandariya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ji bo şahiya Newrozê ya Şehbayê peyamek şand.  Peyam ji aliyê endama Komîteya Amadekar a Pîrozahiya Newrozê Zeyneb Mihemed ve hat xwendin.

Di peyamê de Newroz li Rêber Abdullah Ocalan û hemû gelan hat pîrozkirin û hat diyarkirin ku agirê bi destê Kawayê Hesinkar hatiye pêxistin îro bûye agirê serhiladana mezin.

Di berdewama peyamê de wiha hat gotin: “Xeta ku ji Kawa’yan dest pê kir, îro bi Mazlum, Ferhad, Ronahî- Bervan, Avestayan, herî dawî jî bi Rojhat -Erdal, Ruken û Sara’yan dom kir.  Ev agir agirek pîroze û di dîroka kurdan de bûye xetek.

Newroz cejna vejinê ye, cejna gelan e. Her Newroz ji me re mizgîniyeke nû tîne. Li çiyayên azad gerilayên azadiya Kurdistanê destanên dîrokî dinivîsinin. Em jî, ji vir heya çiyayên azad silavên xwe rê dikin, tekoşîna wan pîroz dikin.

Agirê ku gelê me geş dike, li hemberî dewletên faşist, li ser bîrdoziya Rêbe Apo dibe mertalek, ruh dide. Yekîtiya gel, wekheviya gelan li dora vî agir pêkan dibe. Çawa ku RêberApo bûye hêviya gelan, geșbûna vî agirî jî hêviyê mezintir dike. Newroz xurtbûna bawerî, hêvî û serkeftinê tîne. Bi kelecana Newrozê, bi tîlîiya dayikan, bi slogana ciwanan em ê vê salê bikin sala şikandina tecridê û Rêber Apo azad bikin. Em ê xwedî li hebûna xwe derbikevin, bi Serokê xwe re azad bijîn. Jiyana bêyî Serok qebûl nakin.

Meșaleya ku Kawayê Hesinkar pêxist, Rêheval Mazlum Dogan geş kir û da destê me. Em jî vê meşalayê geștir bikin û bidin destê zarokên pêşerojê. Wê pergala desthiladariya faşîst di nava vî agiri hilweşe.

Em jî weke Hêzên Rêzgariya Efrînê (HRE) soza bilindkirina tekoşîna dijî hêzên dagirker didin û bang li hemû gelên azadixwaz û gelê Efrinê dikin ku ji bo serkeftinê bi hevre têbikoşin, Efrînê bi geşkirina agirê Newroz rizgar bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar