HRE’yê li gundê Eblê yê Babê li dijî komên çete yên girêdayî dewleta tirk çalakî pêk anî. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û yek jî birîndar bû
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li herêma Babê li dijî komên çete yên girêdayî dewleta tirk çalakî pêk anîne.
HRE’yê daxuyand ku hêzên wan di 29’ê mijdarê de hêzên li derdora gundê Eblê yê girêdayî Babê li dijî çeteyên koma çete ya Cebhe El Şamiyeyê çalakiyeke sabotajê pêk anî. HRE’yê diyar kir ku di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû.