Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HRE’yê li Efrînê li artêşa tirk xist

HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li gundê Cilbir ê Şêrawayê li dijî artêşa tirk çalakî pêk anîn. HRE’yê da zanîn ku di çalakiyê de leşkerekî tirk hatiye kuştin û 3 leşker jî bi giranî birîndar bûne

Çalakiyên şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) yên li Efrînê li dijî hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam in. Di çarçoveya çalakiyan de HRE’yê li Efrînê careke din li hêzên dagirker da. Li hêla din Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê çalakiya li Exterînê ya li dijî serçete Xalid El Dîbo li xwe girt.

HRE’yê diyar kir ku hêzên wan di 25’ê hezîranê de li dijî du bargehên leşkerî yên artêşa tirk ên li gundê Cilbir ê Şêrawa ya Efrînê çalakî pêk anîn. HRE’yê da zanîn ku di encama çalakiyê de baregehên leşkerî yên dewleta tirk hatine rûxandin û leşkerekî artêşa tirk hatiye kuştin û 3 leşker jî bi giranî birîndar bûne.

Çalakiya li Exterînê

Her wiha Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeytûnê jî têkildarî çalakiya li Exterînê ev agahî dan: “Çalakiyên me yên leşkerî yên ji bo tolhildanê li dijî çeteyên dagirkeriya tirk li Efrîn, Idlib, Ezaz û herêmên din didomin. Di vê çarçoveyê de hêzên me di 25’ê hezîrana îsal de erebeya çeteyê bi navê Xalid El Dîbo ku qaşo serokê meclisa herêmî ya bajarê Exterînê li bakurê Helebê ye, bi bombeyekî hedef girt. Di encamê de çete bi giranî birîndar bû û rewşa wî di xetereyê de ye. Ev çalakî li dijî kiryarên çeteyan ên kirêt ku li dijî gelê me pêk tînin, bersiveke. Bila hemû çeteyên di meclisên dewleta tirk a dagirker de û di nava hêzên wan ên leşkerî de cih digirin bila bizanin ku dê ev çalakî bidomin.” EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar