Navenda Nûçeyan
Hûgh Williamson, Dîrektorê Asyaya Navîn û Ewropayê di derbarê mijarê de daxuyanî daye û gotiye, “Pêşniyaznameya nû ya derbarê astengkirina fînansmaniya terorîzmê ya hikûmeta Tirkiyeyê tê wê wateyê ku Wezareta Karên Hundir ya wî welatî kêfa wî bi kîjan STK’yê re neyê wê çalakiyên rewa yê wê saziyê asteng bike”.
Williamsonî weha pêde çû, “Ev pêşniyazname ji bo sînordarkirina azadiya rêxistinkirinê, wê bibe amûrekî metirsîdar. Divê hikmên derbarê STK’yan de demildest bi şûn de were kişandin.”
Li Tirkiyeyê 475 saziyên civaka sivîl yên çalak, ji bo ev pêşniyazname bi şûn de were kişandin danezaneke îmze kiribûn.