Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HRW: Li herêma di bin kontrola dewleta tirk de mirov bi komî tên kuştin

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku li herêmên dagirkirî yên ku dewleta tirk jê re dibêje ‘herêma bi ewle’, bi rengekî komî mirov tên kuştin û talan tê kirin. HRW’ê destnîşan kir ku ew herêm ji bo sivîlan metirsîdar in

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) daxwaza lêpirsîna binpêkirinên li dijî mafên mirovan ku qaşo ‘Artêşa Wetenî ya Sûriyeyê’ (Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê) ya bi piştevaniya dewleta tirk di êrîşên dawîn ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk anîne, dikin ku sûcên şer di piranî rewşan de kirine û her wiha jî garantiya darizandina berpirsên wan binpêkirinan dikin.

Gerînendeya Beşa Rojhilata Navîn a HRW’yê Sarah Leah Whitson got ku kuştinên meydanî, dizîna milkan, qedexekirina vegera koçberan a li warên xwe û belgeyên rastîn der barê herêma ewle de ku ji hêla dewleta tirk ve hatine pêşniyarkirin dê bi ewle nebe. Whitson wiha dom kir: “Ev jî piştrastkirinek ji gotinên dewleta tirk e ku êrîşên wê dê herêmeke ewle ava bikin. Komên çete ku Tirkiye di rêvebirina herêmê de bi kar tîne, binpêkirinan li dijî sivîlan pêk tîne û li ser esasê etnîkî ne.”

Kuştinên meydanî, talan û dizî

Whitson wiha didomîne: “Ji destpêka êrîşan ve, dewleta tirk û komên ku piştevaniya wê dike, herêmên sivîlan bê ser û ber bombebaran kirin. Nêzî 7 êrîşên kuştinên meydanî yên derveyî qanûnan pêk anîn. Malên sivîlan desteser kirin, bazirganiya sivîlan bi taybet bi awayekî derqanûnî û dizîna milkên wan pêk anîn.”

Dîmenên hovîtiyê

HRW’ê bi 10 kesan re ku ji wan 2 jê bijîşk û 3 kesên xizmên qurbaniyane re hevdîtin kir. Di 11’ê cotmehê de di dîmen û wêneyan de, hin ji wan jî bi rêya çeteyên ‘Artêşa Wetenî ya Sûriyeyê’ li ser tevnên civakî hatin belavkirin, diyar dibe ku endamên koma çete gule li kesekî ku li erdê ye, nalive û tu gefan çênake, direşînin û li ser cenazeyekî din bi rêbazeke heqaretwarî disekinin.

Qetilkirina Hevrîn Xelef

HRW’ê kuştina meydanî ya çalakvana siyasî ya kurd Hevrîn Xelef jî belge kir. Her wiha der barê 3 karkerên tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurd de ku li herêmên di bin kontrola ‘Artêşa Wetenî ya Sûriyeyê’ de winda bûne, lêkolîn kirin. HRW’ê hevpeyvîn bi 3 xizm û hevalên qurbaniyan re çêkirin ku wan nasnameyên qurbanî û rewşên kuştina wan, piştrast kirin.

Nahêlin koçber li malên xwe vegerin

Di heman demê de HRW’ê di navbera 6 û 11’ê mijdarê de 5 sivîlên kurd dîtin û diyar kir ku hêzên çekdar mal û milkên wan dagir dikin û nahêlin ew û malbatên wan vegerin. Rêxistinê bang li dewleta tirk kir ku desteka xwe ya leşkerî ji çeteyên ‘Artêşa Wetenî ya Sûriyeyê’ re rawestîne.

Sarah Leah Whitson destnîşan kir ku dewleta tirk kiryarên ku çekdarên ku desteka wan dike, paşguh dike û wiha dom kir: “Ji ber ku Tirkiye van herêman kontrol dike, divê berpirsyariya lêpirsîna van binpêkirinan û rawestandina wê bike.”

Di dîmenan de ku HRW’ê lêkolîn kirin, zilamên li derdora cenazeyê jinekê kom bûne, kesên nêz û çalakvanan teqez kir ku cenaze yê şehîd Hevrîn Xelef e. Di dîmeneke din de tê dîtin ku zilamên çekdar ku navê çeteyên ‘Artêşa Wetenî ya Sûriyeyê’ lê kirine, guleyan li kesekî li kêleka rê direşînin. Malpera ‘Billinkat’ diyar kir ku çeteyên ‘Ehrar El-Şerqiye’ Hevrîn Xelef dikuştin û kesê din ê di dîmenên duyemîn de jî kuştin.

Kesên li malen xwe vegeriyan jî kuştin

Her wiha yek ji kesên xizmê her sê endamên Heyva Sor a Kurd got komên ji ‘Artêşa Wetenî ya Sûriyeyê’ ji wan re gotin ku wan di 11’ê cotmehê de endamên Heyva Sor a Kurd girtin. HRW’ê hevpeyvîn bi 2 kesan re çêkir, her du kesan got ku çeteyên ‘Artêşa Wetenî’ mal û milkên wan dizîn û talankirin. Rêxistinê diyar kir ku çeteyên ‘Artêşa Wetenî’ 3 kesên ku hewl didan vegerin malên xwe, li Serêkaniyê hatin kuştin, ji ber ku kurd in.

Malbatên ereb li şûna gelê herêmê bi cih kirin

3 kurdên li Girê Spî diman û ji ber şerê 9’ê cotmehê koçber bûn, teqez kir ku mal û milkên wan bi awayekî derqanûnî hatibûn dagirkirin û got cîranên wan ên ereb telefonî wan kir û got malên wan hatin talankirin û çekdarên ‘Artêşa Wetenî’ li malên wan dijîn û malbatên ereb di 14 û 18’ê cotmehê de li şûna wan bi cih kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar