Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

HRW: Li Tirkiyeyê zext didomin!

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW), di rapora xwe de ya ku di sala 2019’an de weşand û ragihand ku hikûmeta tirk Rewşa Awarte rakiriye lê zext didomin, li Kurdistanê hiqûq ji holê hatiye rakirin û dadgehên Tirkiyeyê serbixwe nîn in

HRW’ê di rapora xwe ya sala 2019’an de diyar kir ku dewleta tirk Rewşa Awarte rakiriye lê belê zext û zora heyî bi zêdeyî didomîne û wiha tê gotin: “Niha jî beriya hilbijartina ku dê meha adarê pêk bê, li rojhilatê welat (Kurdistanê) hiqûq ji holê hatiye rakirin.”

Bêhîqûqî bûye rewşeke ji rêzê

Di raporê de hat gotin ku kesên muxalif bi hincetên pûç û vala ên terorê bi demdirêjî di girtîgehan de tên ragirtin û ev jî li Tirkiyeyê bûye rewşeke ji rêzê.

HRW’ê bi bîr xist ku hilbijartina 2018’an di bin atmosfereke gelek giran de derbas bû, çapemeniyê mixalif sansur kirin, namzedê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş di girtîgehê de tê ragirtin, di navengeke wiha de hilbijartin hatiye kirin.

Dadgeh ne serbixwe ne

Di raporê de ji bo Tirkiyeyê ev nirxandin hatin kirin: “Dadgehên Tirkiyeyê ne serbixwe ne. Zagonên ‘têkoşîna li dijî terorê’ tê îstîsmarkirin û li dijî muxalifan tê bikaranîn. Gelek dozên der barê rojnamegeran de vebûne bi mehkumiyetê encam bûne û rojnameger avêtine zindanê. Dewleta tirk û darazgeriya wê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya der barê siyasetmedar Selahattîn Demîrtaş de ji bo berdana wî hatî dayîn, pêk neanî. Nêzî du sal in di serî de Selahattîn Demîrtaş, gelek parlamenter, şaredar û siyasetmedar di zindanan de tên ragirtin. Niha jî beriya hilbijartina ku wê meha adarê pêk bê, li rojhilatê welat (Kurdistanê) hiqûq ji holê hatiye rakirin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar