HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Şihêlê li dijî komên çete operasyon pêk anîne. HSD’ê da zanîn ku di encamê de 20 çete hatine girtin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê operasyon pêk anîne.
Di daxuyaniyê de HSD’ê destnîşan kir ku hêzên wan îro di saetên serê sibehê de operasyoneke paqijkirinê pêk anî. HSD’ê diyar kir ku di operasyonê de hêzên wan bi ser baregehên çeteyan ên li bejahiya herêma Şihêlê de girtine.
HSD’ê daxuyand ku di e ncama operasyonê de 20 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin û hinek baregeh û du tunelên ku çeteyan ji bo êrîşan bi kar di anîn jî hatine dîtin. HSD’ê ragihand ku hêzên wan dest danîne ser rêjeyeke çek û cebilxaneyan. QAMIŞLO