Navenda Nûçeyan |
Têkildarî êrîşa dewleta tirk a dagirker ku duh li Kobanê li dijî wesayîtek pêk anî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek parve kir û ev agahî parve kir: “Duh (23’ê Cotmehê 2021’an), 3 şervanên me yên ku ji Sirrînê bi armanca tedawiyê çûbûn Kobanê, di rêka vegerê de, di derdora saet 17:40’an de ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve rastî êrîşê hewayî (SİHA) hatin. Di encama vê êrîşê de şervanên me bi navê Hozan Qamişlo, Gelî Heleb û Amed Efrîn gihiştin şehadetê.”