Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HSD: 3 şervanên me û 5 sivîl şehîd bûn

Hat zanîn ku dewleta tirk a dagirker navendên Kobanê, Qamişlo û Girê Spî bombebaran û topbaran dike. HSD’ê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrîşên heta niha de 3 şervanên wan û 5 sivîl şehîd bûne

Pîştî ku hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê êrîşî rojavayê Kurdistanê kirin, li seranseriya sînorê rojavayê Kurdistanê şer û pevçûnên dijwar rû didin. Li gorî agahiyên ji herêmê, artêşa tirk gelek qadên sivîlan topbaran kirin û şervanên HSD’ê jî bersivên tund dan.

Li gorî agahiyên ji herêmê, artêşa tirk di van kêliyan de navenda bajarê Qamişlo û Girê Spî topbaran dike. Her wiha artêşa tirk navenda Kobanê jî hem bi balafiran bombebaran kir û hemû bi topên hewanê topbaran kir. Hat zanîn ku gelek kes di van êrîşan de birîndar bûne. Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku li gundên rojhilatê Kobanê jî şervanên HSD’ê di çarçoveya mafê xwe parastinê de bersivê didin topbarana artêşa tirk.

Daxuyaniya HSD’ê

Têkildarî mijarê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSD’ê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku di encama êrîşên artêşa tirk a dagirker de 3 şervanên wan û 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. HSD’ê da zanîn ku di êrîşan de bi dehan sivîl jî birîndar bûne. Li gorî agahiyan, li ser bersivdayîna şervanên HSD’ê ya li Dêrikê de tangekî dewleta tirk hate rûxandin.

Zarokek ji ber ku derman nebû mir

Çavkaniyên ji herêmê destnîşan kir ku piştî êrîşên dewleta tirk ênl i ser herêmê, bijîşkan Kampa Mebrokayê vala kirin. Hat zanîn ku zarokekê li kampê ji ber tunebûna dermanan jiyana xwe ji dest da.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar