Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HSD: 51 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

HSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya qonaxa duyemîn a operasyona tunekirinê ya li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê parve kir. HSD’ê got ku di operasyonê de 51 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin û gelek çek jî desteser kirine

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bîlançoya qonaxa duyemîn a operasyonên tunekirinê yên li dijî şaneyên veşartî yên komên çete yên li Dêrazor û Hesekê, li Şeddadê bî daxuyaniyekê parve kir. Daxuyanî ji aliyê serokê Meclisa Leşkerî ya Şedadê Sayil El Zobaî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku HSD’ê ji 30’ê gulanê ve 72 km paqij kirine. El Zobaî diyar kir ku 2 hezar û 200 şervanên HSD’ê, 300 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hejmareke polîsên leşkerî cihê xwe di operasyonê de girtine. El Zobaî daxuyand ku operasyon di saetên şevê de dest pê kir û heta roja piştre saet 16:00’an dom kir.

‘Armanca parastina ewlehiyê ye’

El Zobaî di berdewamê de jî ev agahî dan: “Di operasyonê de 500 mezra û gelek gund hatin paqijkirin. Di operasyonê de 51 çeteyên DAIŞ’ê di nav de kesên bi guman jî hebûn, hatin girtin. Di operasyonê de hêzên me dest danîn ser 35 kalaşnîkof, BKC’yekê, 5 burno, 11 demance, 6 cifte, 2 wesayît û motorsîklêtekê. Em spasiya şêniyên herêmê dikin ku di vê mijarê de bi me re hevkarî kir û bûn alîkar. Armanca operasyonê paqijkirina herêmê ji şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê û ewlehiya herêmê ye.”

HSD’ê di 15’ê gulanê de qonava yekemîn a tunekirina şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê dest pê kiribû. Di qonaxa yekemîn de 42 çete hatibûn girtin û gelek çek û cebilxane jî hatibû desteserkirin. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar