Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) têkildarî nûçeyên ku dibêjin Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî ya li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê hatiye hedefgirtin daxuyanî da.
Daxuyanî wiha ye: “Hemû nûçeyên ku idîa dikin Fermandarê Giştî yê hêzên me Mezlûm Ebdî li bajarê Silêmaniyê hatiye armancgirtin ne rast in. Fermandarê Giştî li ser erka xwe ye. Ew nûçeyên derew bi armanca şantajên siyasî li hember hinek hêzên başûrê Kurdistanê tên kirin.”