Der barê gefên dawî yên Serokkomarê dewleta tirk de yên li ser êrişên nû li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya HSD’ê de wiha hate gotin: “Ti guhartinên stratejîk di belavkirina hêzên navnetweyî yên garantor li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tune ye. Germkirina rewşê û nîşandana hêzê ji hêla dewleta tirk a dagirker ve di çarçoveya hewldanên têkbirina aramiyê de, her wiha armanca dagirkeriyê jinûve zindîkirina DAIŞ’ê ye. Hêzên me asta gefên dewleta tirk ên aktîf û pêşbîn li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lêkolîn dikin û agahiyan bi hêzên navneteweyî yên garantor re parve dikin.”