PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

HSD: Artêşa tirk gelek çekên giran li herêmê bi cih kirin

Navenda Nûçeyan |

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê binpêkirinên artêşa tirk a dagirker ên ji 29’ê çileyê ve li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, aşkera kirin. HSD’ê destnîşan kir ku êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.

Daxuyaniya HSD’ê wiha ye:

Girê Spî

* Di roja 29’ê çileyê de artêşa tirk a dagirker û komên wê yên çete bi çeken giran êrîşî rêya M4 a navdewletî kirin. Di vê êrîşê de sivîlek birîndar bû.

* Di roja 3’yê sibatê de çeteyên dagirker li gundê Xirbit Kerem ê Eyn Îsayê êrîşî çeperên hêzên me. Di encama bersivdayinê de pevçûn qewimîn. Di encama wan pêvçûnan de 5 çete hatin kuştin, erebeyekî çeteyan hate îmhakirin û gelek cebilxane hatin desteserkirin.

* Her wiha di heman rojê de di encama êrîşa artêşa dagirker a bi çekên giran de, nêzî Kampa Eyn Îsayê 2 şervanên me şehîd bûn. Her wiha di encama êrîşa bi çekên giran a di 4’ê sibatê ya li gundewarên Eyn Îsayê de jî 2 şervanên me birîndar bûn.

Til Temir

* Êrîşên artêşa tirk a dagirker û komên çete li dijî gundewarên Til Temirê bênavber berdewam dikin. Her wiha artêşa dagirker di 3’yê sibatê de li gundên Depsa, Bagera, Amriyê û Girê Şehîd Dilşêr sewqiyata leşkeri kir û li wan gundan hejmarekî zêde çekên giran bicih kir.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar