Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HSD: Berpirsyarê DAIŞ’ê yê Dêrazorê hate kuştin

HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrîşên dagirkeriyê yên dewlet tirk û çeteyên wê yên li dijî Rojava didomin. HSD’ê da zanîn ku di encama opeasyona yekîneyên wan ên antîterorê de jî serçeteyê DAIŞ’ê ku berpirsyarê DAIŞ’ê yê Dêrazorê bû hate kuştin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) der barê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û operasyoneke yekîneyên wan ên antî terorê daxuyaniyeke nivîskî da. HSD’ê da zanîn ku êrîşên artêşa tirk û çeteyên wê û yên li dijî herêmê didomin.

HSD’ê diyar kir ku di 13’ê çileyê de artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Mişrefa yê Serêkaniyê û gundên derdorê bi çekên giran bombebaran kirin. Di berdewamê de jî HSD’ê ev agahî dan: “Hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran, hewan û obusan gundên Seyda, Elhoz, Erîda, Bîr Kîno, Îbrahîm El Kurdî, Merdûda, Xirbit Beger û derdora rêka M4 a navdewletî yên Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran kirin. Di bombebarana di 15’ê çileyê de şervanekî me bi giranî birîndar bûbû. Ev şervanê me şehîd bû. Di encama topbaranê de her wiha ziyanên madî pêk hatin.”

Operasyona li dijî serçeteyê DAIŞ’ê

Têkildarî operasyona taybet a yekîneyên antî terorê ya di 14’ê çileyê li Dêrazorê de jî HSD’ê ev agahî dan: “Yekîneyên me li dijî çeteyekî bi navê Ebû Elwerd El Iraqî ku berpirsê petrol û peredayîna ji bo şaneyên razayî ya DAIŞ’ê bû û çalakiyên DAIŞ’ê yên herêmê bi rê ve dibirin, operasyonek li dar xist. Di dema operasyonê de ji ber bersivdayîna çeteyan şer qewimî. Di encama şer de Ebû Elwerd El Iraqî û çeteyekî ku navê wî nehat zelalkirin, hatin kuştin. Her wiha di encama vê operasyonê de miqdarekî cebilxane û dokumanan hatin desteserkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar