PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

HSD: Bi êrîşa dewleta tirk re hemwext şaneyên DAIŞ’ê jî ketin nava tevgerê

HSD’ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku êrîşên dagirkeriyê didomin û çete ji bo êrîşên nû sewqiyeta leşkerî ber bi herêmê ve dikin. HSD’ê diyar kir ku bi êrîşên dagirkeran hemwext, çeteyên DAIŞ’ê jî ketin nava tevgerê û di êrîşa li Dêrazorê de 3 hevalên wan şehîd bûne

​​​​​​​Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê encamên şer û berxwedana 24 saetên dawî aşkera kir. HSD’ê da zanîn ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Zirgan û gundewarên wê yên li bakurê Til Temirê û li derdora Eyn Îsayê tevgera xwe ya dagirkeriyê domandin.

HSD’ê diyar kir ku komên çete li xeta Zirganê bi hejmareke zêde ya seyareyên zirxî û çekên giran, teqwiye anîn herêmê û ketin nava tevgera amadekariya êrîşan. Bi berdewamî jî HSD’ê destnîşan kir ku di heman demê de li gundên Til El Werd û Ing El Hewayê jî hejmareke ji komên çete xwestin êrîşî qadên nû bikin. HSD’ê diyar kir ku tevgera balafirên bêmirov a li ser vê herêmê jî didome.

Têkildarî xeta Til Temirê jî HSD’ê ev agahî dan: “Komên çete bi çekên giran êrîşî gundên Qasimiyê û Um El Kêf kirin û hewl dan dagirkeriya xwe li herêmên nû berfireh bikin.”

Şaneyên DAIŞ’ê ketin nava tevgerê

Daxuyaniya HSD’ê wiha bi dawî bû: “Bi awayeke hemwext bi êrîşa artêşa tirk a dagirker a li ser herêmên Til Temir û Eyn Îsayê, şaneyên veşartî yên DAIŞê jî êrîşên xwe li herêma Dêrezorê zêde kirin. Çeteyan li herêma Hecînê êrîşeke terorî li dijî hêzên me li dar xist û di encamê de 3 hevalên me şehîd bûn. Her wiha 2 hevalên me jî birîndar bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar