HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li eniyên Hesekê û Eyn Îsayê êrîşî hêzên wan û qadên sivîlan kirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî encamên şer û pevçûnên di navbera hêzên wan û yên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên 24 saetên dawî daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir.
Daxuyaniya HSD’ê wiha ye:
“HESEKÊ
* Hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li derdora gundê Erbaîn êrîşî çeperên hêzên me û qadan sivîlan kirin.
EYN ÎSA
* Liv û tevgera komên çete ya li ser rêya navneteweyî ya M4 dewam kir.
* Hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî bejahiya Tirwaziyê û Ûm Beramijê kir. Artêşa dagirker bi hawan û fuzeyên gradê bombe li gundên Xirbit Faris, Kefîfa û Leqleqo barandin. Tevî vê yekê balafirên keşfê yên bêmirov ên artêşa dagirker jî li ser herêmê geriyan.
* Di encama êrîşên hêzên dagirker de hevalekî me birîndar bû.”