Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

HSD: Dagirkeriya tirk DAIŞ’ê xist nava liv û tevgerê

Ji fermandarên HSD'ê Sayil El Zobeî di şahiya salvegera rizgarkirina Baxozê de axivî û wiha got: “Bi êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk re DAÎŞ kete nava liv û tevgerê. Ev yek têkiliya navbera dewleta tirk û DAIŞ'ê radixe pêş çavan.”

Navenda Nûçeyan |

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi wesîleya salvegera duyemîn a rizgarkirina Baxozê ku baregeha dawîn a çeteyên DAIŞ’ê ya li Sûriyeyê bû, daxuyaniyek da. Bi rizgarkirina Baxozê re DAIŞ ji aliyê cografî ve hate tunekirin.

Bi vê wesîleyê li bajarokê Baxozê îro şahiyek hate lidarxistin. Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Sayil El Zobeî li şahiyê daxuyanî da.

Daxuyaniya HSD’ê wiha ye:

“Îro 23’ê Adarê, li ser bidawîkirina serweriya terorîstên DAIŞ’ê li ser erdnîgariya herî dawîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku di destê wê de bû, du sal derbas dibin. Piştî ku HSD’ê di 23’ê Adara 2019’an herêma Baxozê ya rojhilatê Dêrazorê rizgar kir.

Serketina hêzên me (HSD) li dijî vê rêxistina terorîst encama şerê 7 salan e ku bi berxwedana Kobanê ji aliyê şervanên YPJ /YPG’ê ve dest pê kir, piştre bi berxwedana li Minbic, Tebqa û Reqayê re dewam kir. Herî dawî piştî rizgarkirina gundewarê rojava û bakurê Dêrazorê, herêma Baxozê ya rojhilatê Dêrazorê ji çeteyan hate rizgarkirin.

Hêzên me ji bo rizgarkirina gelê Sûriyeyê ji pença terorîstên DAIŞ’ê, di dirêjahiya 7 salan de bê dudilî fedekariyên mezin kir. Bi hezaran şervanên me laşê xwe kirin mûm da ku tarîtiya terorîstên DAIŞ’ê li ser herêmê ferz kiribûn, bi dawî bikin û jiyan jinûve li kesên ku bi salan di nava vê tarîtiyê jiyan, vegerand. Hêzên me hê jî ji bo yekê kar dikin.

Tevî ku erdnîgariya dawîn a terorîstên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate rizgarkirin jî, lê ev nayê wateya ku DAIŞ bi temamî bi dawî bûye. Ji ber ku vê rêxistinê fikrên tundrew li herêmê û dewletên derdorê belav kiriye. Ev yek di tevgera şaneyên wê yên veşartî de, di êrîşên dijî hêzên me, rayedarên Rêveberiya Xweser, kesayetên civakî û rûspiyên eşîran herêmê de, diyar dibe.

Bi dagirkirina herêmên Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta tirk a dagirker re tevgera terorîstan di hedefgirtina herêmê de zêde bû. Ev yek têkiliya xurt di navbera dewleta tirk û terorîstan de nîşan dide. Piştî ku ew herêm bûne cihê xwedîkirina terorîstan û noqteya derbasbûna wan ji welatan re, her wiha şandina wan ji bo Lîbya, Azerbeycan, Yemen û welatên din ên cîhanê.

Xeteriya DAIŞ’ê di kesayeta bi hezeran girtiyên DAIŞ’yî de û bi hezeran malbatên wan ên li Kampa Holê û Kampa Roj ên xwedî zihniyeta DAIŞ’ê ya radîkal, dewam dike. Qada navneteweyî ji bo çareserkirina vê dosyayê neketiye tevgerê. Tevî ku hêzên me û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek bangawazî li civaka navneteweyî kirin da ku dadgehên navneteweyî li herêmê ava bikin an çeteyên hemwelatiyên wan vegerînin.

Ji dema rizgarkirina Baxozê ve operasyonên hêzên me yên li dijî bermahiyên DAIŞ’ê û şaneyên wan ên veşartî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nehatin rawestandin. Her wiha hevkariya bi Koalîsyona Navneteweyî re ji bo pêkanîna aramî û îstikrarê li herêmê û rêgirtina li vegera DAIŞ’ê, dewam dike.

Em ji gelê xwe û cîhanê re destnîşan dikin ku pêvajoya em tê re derbas dibin, pêvajoya herî zehmet e di têkoşîna li dijî terorê de. Her wiha ji pêvajoya şerê rû bi rû yê bi DAIŞ’ê re zehmettir e. Ji ber wê, divê xebatê di navbera hemû beşên civakê û hêzên leşkerî di aliyê hundirîn de, xurt bibe.

Divê dewletên herêmî û navneteweyî berpirsiyariya çareserkirina dosyaya girtiyên DAIŞ’ê û malbatên wan bigirin ser milê xwe û zextê li dewletên ku welatiyan wan di nava rêxistinê de hene bike, destekê bidin herêmê da ku fikrê DAIŞ’î yê radîkal tune bike. Ev yek bi rêya destekdayîna Rêveberiya Xweser di hemû aliyên ewlehî, siyasî, aborî û jinûve avakirinê de, pêkan e. Ji ber ku pêkhateyên herêmê li şûna tevahî cîhanê şer kirin û li hemberî DAIŞ’î sekinîn.

Wekî şervanên HSD’ê em ji gelê xwe re teqez dikin ku em şopdarên rêya hevrêyên xwe yên şehîd in. Em ê herêmê, nirxên civakî û deskeftiyên pêkhateyên herêmê yên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de hatine bidestxistin, biparêzin. Rêveberiya Xweser modela herî guncaw ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye û mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê di jiyana hevbeş û biratiya gelan de misoger dike. Her wiha azadî û demokrasiyê ji bo gelê Sûriyeyê pêk tîne, cografyaya yekbûyî ya Sûriyeyê diparêze û wê gelê Sûriyeyê bigihîne sîstemek demokratîk a pirrengî û nenavendî.

Em ji civaka navneteweyî re û di serî de ji gelên ku ji ber terora DAIŞ’ê azaran dikişînin, radigihînin dikin ku em êşa wan hîs dikin. Em diyar dikin ku em ê li kêleka welatên ku têkoşîna li dijî terora DAIŞ’ê dikin, bisekinin. Em ê terorîstan li her cihî bişopînin û xaka Sûriyeyê ji dagirkeriyê rizgar bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar