Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HSD: Dagirkeriya tirk li eniyên şer kembera reş ava dike

HSD`ê diyar kir ku dewleta tirk a dagirker ji eniyên şer ên gundewarê başûrê Efrînê û heta tixûbên Minbicê û gundewarê rojavayê Kobanê kemberekê ji çeteyan ava dike, da ku wan di pêkanîna êrişên muhtemel de bi kar bîne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) duh li ser malpera xwe daxuyaniyek da, tê de ev agahî li ser tevgerên çeteyên dagirkeriya tirk li eniyên şer parve kirin: “Ji hin çavkaniyan gelek rapor hatin ku çeteyên rêxistina (Huras El-Dîn) a terorîst li gundên Kebaşîn û Basûtê yên başûrê Efrînê, her wiha li gelek cihên din ên li eniyên şer ên başûr bi cih bûne. Hemwextî wê yekê çeteyên (Feyleq El-Şam) ji aliyê MÎT`ê ve ji wan gundan hatine derxistine.

Heman çavkaniyan teqez kir ku zêdetirî 300 çeteyên (Heyet Tehrîr El-Şam) li gundên Fafirtîn û Bazîrê bi cih bûne, beriya wê jî çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li gundê Basûfan û herêma Şêx Eqîl ên başûrê Efrînê bi cih bibûn. Ev yek piştî civîna bi serçeteyên girêdayî dagirkeriya tirk li bajarê Sermede yê Idlibê bi serpereştiya Tirkiyeyê, pêk hat. Di civînê de her du aliyan li ser bicihbûna çeteyên (Heyet Tehrîr El-Şam) li eniyên gundewarê bakur û rojhilatê Helebê û hêsankirina tevgerên wan li herêmên Efrîn, Bab û Cerablusê yên dagirkirî, li hev kir.

Bicihbûna nû ya komên terorîst û di serî de (Huras El-Dîn, Heyet Tehrîr El-Şam) di çarçoveya planên dewleta tirk a avakirina kembera reş a ji terorîstan li eniyên şer ên ji gundewarê başûrê Efrînê û heta tixûbên Minbicê û gundewarê rojavayê Kobanê û bikaranîna wan terorîstan di pêkanîna êrişên muhtemel de, pêk tê.

Bûyerên berê û bi taybet kuştina serçeteyên DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî û Ebû Îbrahîm El-Qureyşî li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de, her wiha tevgerên eşkere yên çeteyan bi taybetî terorîstên (Ehrar Şerqiyê) û yên din ên ku gelek sûc pêk anîne, teqez dikin ku dewleta tirk herêmên dagirkirî kirine cihên ewle yên rêxistinên terorîst. Ji bo rêgirtina li perwerdekirin, fînansekirin û anîna endamên din ên li derveyî herêmên diyarkirî bi cih dibin û di nav de herêmên derveyî Sûriyê, pêwîstî bi tevgereke navneteweyî ya bi lez heye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar