Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HSD: Dê bersiva êrîşan hebe

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), bi daxuyaniyeke êrîşên dewlete tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û got ku wê ji êrîşên dewleta tirk re di demek guncav de bersiv bê dayîn.

Ji şevê din ve dewleta tirk bi balafirên şer û keşfên biçek herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran dike. Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk têkildarî êrîşan daxuyanî da.

Di destpêka daxuyaniya HSD’ê de ev tişt hat gotin: “Dewleta tirk a dagirker ev demek dirêj bû amadekariyên êrîşeke berfireh li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê dikir. Bi taybetî provakasyona ku bi xwe xwe li Stenbolê pêk anîbûn, kirin hincet û gefên êrîşê li ser herêma me xwarin. Li ser bingehê van amadekariyan di roja 19’ê mijdarê de bi şev seat di 00:00’an de êrîşeke hewayî ya berfireh û hovane pêk anîn. Di vê êrîşê de herêmên Dêrik, Dirbêsiyê, Ebû Rasên, Kobanî, Til Rifet û Şehba hatin hedefgirtin. Êrîşên hewayî heya danê sibê bi navber berdewam kir.”

HSD’ê, di berdewamiya daxuyaniyê de ev agahî dan: “Di encama van êrîşan de li bajarê Dêrikê, li gundê Teqil Beqil komkujiyek mezin pêk hat. Li gundê Teqil Beqil di lêdana destpêkê de karmendek saziya kehrebê şehîd bû. Piştî lêdana destpêkê dema ku gel xwest biçe hewara birîndaran, balafirên şer ên artêşa tirk a dagirker careke din gel kir hedef û komkujiyeke mezin pêk anî. Di encamê de 11 welatiyên sivîl şehîd bûn, 6 welatî jî birîndar bûn. Her wiha cihê belavkirina kehrebê jî zirarek mezin dît. Li herêma Dirbêsiyê 2 endamên nobedar ku nobeta embarên genim û cihên zîraatê digirtin şehîd ketin û li xeta Ebû Rasen jî şervanek me şehîd ket. Li Kobanê di encama êrîşên hewayî yên berfireh de bi qasî ku hat tespîtkirin 3 welatiyên sivîl birîndar bûn. Gelek mal û milkên hemwelatiyan zirar dîtin. Di van êrîşan de bi qasî ku hat zelalkirin zêdetirî 15 leşkerên rejîma Sûriyê jî jiyana xwe ji dest dan.”

‘Êrîş wê bê bersiv nemînin’

HSD’ê, destnîşan kir ku dewleta tirk bi van êrîşan ve carek din rûyê xwe yê qirker û faşîst aşkera kiriye û wiha hat gotin: “ Dewleta tirk dijminatiya gelan dike û tehamûla wê ji aramiya herêmê û jiyana hevbaş a gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê nakin. Ev êrîş ne tenê li hember gelê kurd hat lidarxistin. Armanca vê êrîşê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê bû. Em weke Hêzên Sûriya Demokratîk heta niha çawa ku me herêm û gelê xwe ji êrîşên DAIŞ’ê û dewleta tirk a dagirker parast, ji niha û şûnde jî em ê vê erka xwe ya dîrokî bi israr û biryarbûnek mezin berdewam bikin. Ev komkujiyên dewleta tirk a dagirker wê bê bersiv nemînin. Di zeman û cihên guncav de wê bersivên bi bandor û pêwîst werin dayîn.”

Sersaxî ji malbatan re hat xwestin

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Em bawerin ku wê gelê me heta dawiyê li hember van êrîşên hovane yên dewleta tirk a dagirker, yekitiya xwe, hevgirtin û biryarbûna xwe hîn xurttir bike. Wê girêdana xwe bi axa xwe û aramiya herêmê ve ji her demê zêdetir pêş bixe û helwesteke xurt li dijî êrîşên hovane yên dagirkeriya tirk û hevkarên wê bide. Em ji tevahî gelê xwe û ji malbatên şehîdên ku di vê komkujiyê de şehîd bûne sersaxiyê dixwazin û em soza xwe dubare dikin ku em ê xwedî li ked, tekoşîn û bîranîna wan derkevin. Her wiha em şifaya lezgîn ji tevahî birîndaran re dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar