Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HSD: Dewleta tirk 46 gund topbaran û bombebaran kir

Navenda Ragihandina HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk 46 gund topbaran û bombebaran kir. HSD’ê da zanîn ku hêzên wan jî bersiv dane êrîşan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya roja 3’yê kanûnê ya êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkera kir. Di daxuyaniyê de HSD’ê diyar kir ku êrîşên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 14’an de berdewam dikin û wiha got: “Dagirkerî li ser herêma ji Dêrikê heta herêmên Şehbayê topbarana bi tankan û balafirên bêmirov berdewam dike û duh jî zêdetirî 46 gund hatin hedefgirtin.”

Encama êrişên dewleta tirk ên ji saetên dawî ya roja 2’yê kanûnê heta 3’yê kanûnê wiha ne:

“Êrîşên 2’yê kanûnê

Herêma Cizîrê;

Til Temir: Gundên Um El Kêf û Gozeliye 5 caran bi obusan hatin topbarankirin.

Herêma Firatê;

Kobanê: Gundên Zormexar, Çarixlî, Koran û bajaroka Şiyûxê carek bi obusan û 5 caran jî bi hawanan hatin topbarankirin.

Girê Spî: Gundên Kor Hesen, Bîr Kêtik, Silêybî, Evdokî, Şorbenîsk û Mealîk bi obus, hawan û tankan hatin topbarankirin.

Minbic: Gundên Um El Edesa û Ewn Dadat 5 caran bi hawanan hatin topbarankirin.

Tirwaziye: Bejahiya bajaroka El Kenterî bi obusan hat topbarankirin.

Êrîşên 3’yê kanûnê 

Herêma Efrînê

* Gundên Bênê, Soxaneke, Meyasê, Tatmaraş, Merenaz, Şewarqa, Zîwan, Medîyûnê, Hirbilê, Samûqa, Til Madîq, Minix, Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa û bajaroka Til Rifat 39 caran bi obusan, 20 caran bi hawanan hatin topbarankirin.

Herêma Cizîrê

Til Temir: Gundên Til Leben, Til Tewîl û Gozeliye bi obus û hawanan hatin topbarankirin.

* Li gundê El Mûcîbira guleyek ku di topbaranên berê de neteqiya bû îro di zarokan de teqiya. Di encamê de 4 zarok birîndar bûn.

Amûdê: Balafirên keşfê li ser rêya Amûdê nêzî gundê Raya seyareyek hêzên me kir hedef. Di encamê de 2 şervanên me şehîd bûn.

Zirgan: Gundên Esediye, Bobî û Xidrawî 10 caran bi obusan hatin topbarankirin. Her wiha bi doçkayan hatin gulebarankirin.

Li hember van êrişan hêzên me di heman wextê de bersiv dan.

Herêma Firatê

Kobanê: Gundên Koran, Xirbîsan, Qeremox, Cîşan, Zormixar û bajaroka Şiyûx 12 caran bi hawanan, 11 caran jî bi obusan ve hatin topbarankirin.

Girê Sipî: Gundên Seyda, Xalidiye, Dibis, Mealîk, Îbrahîm Kurdî, Ebû Neytona, Cedîda û rêya M4 bi hawanan hatin topbarankirin.

Eyn Îsa: Gundê El Siwêdê û derdora depoyên Şergirak 8 caran bi obusan hatin topbarankirin.

Minbic: Gundên Korheyuk, Ewn Dadat û Hoşeriye 5 caran bi hawanan, 2 caran jî bi obusan hatin topbarankirin.

Tirwaziye: Bejahiya bajaroka El Kenterî bi obusan hat topbarankirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar