Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HSD: Di 2 rojan de 262 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSD’e bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li seranserî sînor derbên giran li hêzên dagirker ên tirk û çeteyên wê dane. HSD’ê da zanîn ku di şerê heta niha de 262 çete hatin kuştin û gelek tank jî hatin rûxandin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk der barê encamên şerê di 9 û 10’ê cotmehê de yê li dijî hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê re bi daxuyaniyekê bi raya giştî re parve kir.

Daxuyaniya HSD’ê wiha ye:

“Artêşa tirk a dagirker di roja 9’ê cotmehê saet di 16:00’an de dest bi êrîşa li ser Rojava û bakurê Sûriyeyê kir. Ev êrîş li ser bajarên Serêkanî, Girê Spî, Kobanê, Eyn Îsa, Qamişlo, Dêrik, Tirbespiyê, Dirbêsiyê û Amûdê pêk hatin. Bi rêzê ve li ser bajarên Serêkanî, Girê Spî, Kobanê û Eyn Îsa dema bi balefirên şer bombebaran dikir, li bajarên Qamişlo, Dêrik, Tirbispiyê, Dirbêsiyê û Amûdê ji bi bataryayên moşek, top û tankan bê navber bi sedan êrîş hatin kirin. Êrîşên ku li seranserî xeta sînor pêk hatin, bi tevlêbûna 10 balafirên keşfê dest pê kir. Bi taybet ji balafirên keşfê li ser bajarê Serêkanî, Girê Spî û Kobanê her wiha xeta sînor geriyan.

Artêşa dagirker ji bejahiyê ji bo ku sînor derbas bike û Rojava dagir bike, bajarê Serêkanî, Girê Spî, Çelebiyê, Kobanê û Dirbêsiyê ji xwe re weke hedef nîşan da. Êrîşên dagirkeriyê di gelek baskan de pêk hat. Taybet di navbera Kobanê û Girê Spî de xeta Kulît, Aşmê û Til Sindir bi sedan caran bi tang, top û obûsan hate topbarankirin.

* Êrîşên bejahî yên li dijî Aşmê di êvara 9’ê cotmehê de hatin şikandin. Piştre jî Til Sindir û xeta Kulitê ji bejahî û asmanî ve rastî êrîşên dijwar hat. Armanca vê êrîşê ew bû ku Girê Spî dorpêç bikin. Êrîşên li ser xeta Silûk, Aşmê û dorpêçkirina Girê Spî di 9 û 10’ ê cotmehê de hatin şikandin. Şervanên me bi berxwedaneke mezin bersiv dan hemû hewldanên dijmin. Di encama şerê li vê herêmê de 40 çeteyên dagirker hatin kuştin û tankek jî hate rûxandin. Li baskê Til Findirê jî wesayîteke hêzên dagirker hate rûxandin. Di temamiya van êrîşên bejahî û asmanî de 6 hevalên me şehîd bûn.

* Ji 10’ê cotmehê ve berxwedana şervanên me ya li dijî êrîşên li ser xeta Girê Spî û Silûkê berdewam e. Di gelek çeperan de şer pir ji nêz ve rû dide. Di encama şerê li cih û demên cuda yên li xeta Slûk, Girê Spî û Kobanê de 52 çeteyên dewleta dagirker a tirk hatin kuştin.

* Bajarê Serêkaniyê jî ji hêla artêşa tirk a dagirker ve bi dijwarî tê topbarankirin. Di 9-10’ê cotmehê de bi taybet jî Til Xelef heya Dêrikê bi dijwarî tê topbarankirin. Gelek caran artêşa dagirker û çeteyên wê xeta Serêkanî,  Til Xelef, Elok û Dirbêsiyê derbas dikin lê her carê jî ji hêla şervanên me ve tên şikandin.

* Li Serêkaniyê hûcreyeke çeteyan ku xwe di gundê Um El Xer de bicih kiribû, êrîş li ser hat kirin û di encama êrîşê de hatin tunekirin. Gelek cenazeyên çeteyan li qada şer mane.

* Êrîşên dagirkeriyê li Amûdê, Qamişlo û Dêrikê jî bi awayeke dijwar didomin. Li bajarê Dêrikê tankeke artêşa dagirker a tirk xwest sînor derbas bike lê ji hêla hêzên me ve hate rûxandin.

* Li cihên cuda cuda di şerê 9-10’ê cotmehê de li bajarê Serêkaniyê 170 çeteyên dagirker hatin kuştin. Di encama şerê her du rojan de 16 hevalên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

* Bi giştî jî di encama şerê heta niha de 262 çeteyên dagirker hatin kuştin.

Di encama bombebaran û topbarana hêzên dagirker ên tirk de gelek welatiyên me yên sivîl şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar