Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HSD: Di roja 9’emîn a Berxwedana Rûmetê de 50 leşker û çete hatin kuştin

HSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer û pevçûnên roja 9’emîn bi raya giştî re parve kir. HSD’ê diyar kir ku di encama şerê 24 seatan de bi giştî 50 leşker û çete hatin kuştin û 5 çete jî birîndar bûn. HSD’ê da zanîn ku di şer de 2 tank, BNB’yek, maşîneyeke kar û panzêrek rûxandin û 7 seyareyên leşkerî û zirxî jî hatin derbkirin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî encamên êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û komên çete yên li dijî rojavayê Kurdistanê yên di roja 9’emîn de û Berxwedana Rûmetê ya li dijî hêzên dagirker bi raya giştî re parve kirin. HSD’ê da zanîn ku berxwedana wan a li hemberî êrîşan artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam dike û gelek derbên giran li artêşa dagirker xistine.

HSD’ê destnîşan kir ku artêşa tirk a dagirker û komên çete, bi bombebaran û topbaranekî dijwar êrîşên xwe yên qirkirinê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şêwazeke hovane berdewam kirin. HSD’ê diyar kir ku hêzên wan jî di çarçoveya parastina herêman û sivîlan de li dijî êrîşan bersivên xurt dan.

HSD’ê wiha dom kir:

DÊRIK

* Artêşa tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê gundên Kanî Neîmê, Qesir Dîb û her wiha gundewarên Dêrikê bi awayekî bêserûber topbaran kirin.

AMÛDÊ

* Artêşa tirk a dagirker di saet 17:00’an de gundê Xanika dan ber guleyan û bi dijwarî topbaran kirin. Di topbaranê de 2 sivîl birîndar bûn û sivîlek şehîd bû. Her wiha hêzên me bi awayekî tund bersivê baregeha ku êrîş jê hat da.

SERÊKANIYÊ

* Şevê din artêşa tirk a  dagirker û çeteyên wê bi hemû teknîka xwe yê pêşketî, bi balafir û çekên giran ve li sê aliyên bajêr êrîşekî dijwar hem ji milê bejahî û him jî hewayî anîn ser bajar. Di encama bersivdana şervanên me de ev êrîş hatin şikandin. Di hemû taxên bajar de êrîşên balafirên şer ên artêşa dagirker pêk hatin. Bi taybet li herêma derdora nexweşxaneya bajar şer û pevçûnên giran qewimîn.

* Di çarçoveya bersivdayîna şervanên me de gundê Menacîr hat paqij kirin û li gundê Mîrindiya şer bi dijwarî berdewam dike. Li rojhilatê Serêkaniyê jî li gundê Elok li 2 aliyên gund şerekî dijwar qewimî û êrîş hate şikandin.

GUNDÊ ALIYA

* Dem bi dem şerên dijwar bi çekên giran rû dan. Li gundê El Neîm şervanan bersivekî xurt dan erîşên dagirkeran. Di encama çalakiyê de 5 çete hatin kuştin.

EYN ÎSA Û ÇELEBIYE

* Di saetên sibehê de çeteyên artêşa dagirker hewl dan ku di gundê Çelebiyê de kontrola xwe çêbike. Li ser bersivdayîna şervanên me ev êrîş vala hate derxistin. Heya êvarê cih bi cih pevçûn berdewam kir. Di danê êvarê de gund ji çeteyan hate paqijkirin.

* Şervanên me li gundên Ebû Sexra û Meheta yên li bakurê Eyn Îsayê 2 tank û 3 seyareyên leşkerî yên artêşa dagirker rûxandin. Di encama şer de herî kêm 30 çete hatin kuştin.

* Her wiha şervanên me li gundên Kendalê, Yaroda, Besta û bakurê bajaroka Eyn Îsayê li dijî dagirkeran 4 çalakî pêk anîn. Di encama çalakiyan de herî kêm çeteyek hate kuştin, bi dehan çete birîndar bûn. Di çalakiyan de 2 BNB û maşîneyeke kar hate rûxandin.

GIRÊ SPÎ

* Li herêmê şer û pevçûnên giran qewimîn. Şervanên me li gundên Tirwaziyê, Sûsikê, Xirbet Faris û li herêmên derdora Girê Spî çalakiyên bibandor pêk anîn. Di encama çalakiyan de herî kêm 10 çete hatin kuştin, hejmarek zêde çete jî birîndar bûn. Her wiha maşîneyek kar, panzêrek, seyareyeke leşkerî û cebilxaneya çeteyên artêşa dagirker hatin rûxandin.

* Dîsa 2 sîvîl li ser rêya navdewletî di encama topbarana artêşa dagirker de şehîd bûn.

KOBANÊ

* Piştî êrîşên artêşa dagirker, şervanên me di çarçoveya parastina rewa de bersiv dan û baregeheke artêşa dagirker hedef girtin. Di encama çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. Artêşa dagirker bi hewanan êrîş bir ser gundê Zorava.

* Di encama şerê 24 seatan de bi giştî 50 leşker û çete hatin kuştin û 5 çete jî birîndar bûn. Her wiha şervanên me 2 tank, BNB’yek, maşîneyeke kar û panzêrek rûxandin. 7 seyareyên leşkerî û zirxî hatin derbkirin.

* 20 şervanên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn û 48 şervanên me jî birîndar bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar