Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HSD: Di şerê 22’yê cotmehê de herî kêm 50 çete hatin kuştin

HSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şer û pevçûnên di navbera hêzên wan û hêzên dagirker de didomin. HSD’ê diyar kir ku di şer û pevçûnên di 22’yê cotmehê de herî kêm 50 çete û leşker hatin kuştin û 16 şervanên wan jî şehîd bûne

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî şer û pevçûnên di navbera hêzên wan û artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên di 22’yê cotmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de HSD’ê diyar kir ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ji 22’yê cotmehê ve êrîşên xwe domandine.

Daxuyaniya HSD’ê wiha ye:

SERÊKANIYÊ

* Komên çete xwestin bi seyareyên zirxî xwe nêzî çeperên şervanên me bikin. Hêzên me bi armanca parastinê bersiv dan vê tevgerê û çeteyek hate kuştin.

DÊRIK

* Balafirên keşfê û yên şer yên artêşa dagirker li ser herêmê geriyan. Artêşa dagirker di 22’yê cotmehê de li ser xeta sînor liv û tevgera xwe bi seyareyên sîvîl domand.

* Di 22’yê cotmehê seet di 09.00’an serê sibehê de hejmareke zêde ya komên çete, wesayîtên zirxî, çekên giran û bi piştgiriya balafirên bê mirov xwestin êrîşî gundê Celbê bikin. Hêzên me bersiv dan êrîşan û şer heta saet 12’an dom kir. Di şer de gelek kuştî û birîndarên dijmin çêbûn. Pevçûn di danê êvarê de jî li derdora gund dom kir. Di encama pevçûnan de herî kêm 50 çeteyên artêşa tirk hatin kuştin û wesayîteke zirxî jî hat rûxandin.

* Her wiha hevalê me Sebrî di encama pevçûnên li gundê Celbê de bi awayekî lehengî heya guleya dawî şer kir û şehîd bû. Heval Sebrî ku di encama birîndariya hevalên xwe de di dorpêçê çeteyan de ma. Ji bo ku nekeve destê dijmin, bi bombeya xwe çalakiyeke fedaî pêk anî û şehîd bû. Em ê agahiyên nasnameya rêheval Sebrî pişt re bi raya giştî re parve bikin.

* Di vê berxwedanê de bi giştî de 16 rêhevalên me şehîd bûn û 13 hevalên me jî birîndar bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar