Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

HSD dixwaze ENKS’ê ji nava çirava dewleta tirk bikşîne!

Derbarê yekitiya kurdan de gelek caran şîret û tembe hatine kirin. Her mezinan bang kirine bibin yek ku wan bi xwe jî gelekî ji parçebûnê û jihevbelavbûnê kişandiye. kurd ji ber ne yek helwest bûne hatine kuştin û di komkujiyan re derbas bûne.  Ji ber xwefiroş hebûne ku bi dijminên kurdan re hevkarî kirine, hemû şoreş, tevger û hewlên avakirina statuyekê hatiye jinavbirin û pûçkirin. Tevî ewqas dem derbas bûye û serdem bûye ya zanîn û serwextbûna mirovan ji tiştên li derdorê çêdibin, lê hîn jî em bala xwe didinê çiqas kesên ku navê rewşenbîran li dikin ji dîrok û bûyerên diqewimin bê fikrin.

Niha dijminekî sereke û xwînxar ê gelê kurd dewleta tirk e ku li Rojava rojane êrîş dike û Efrîn û Serêkaniyê dagirkirin û li Başûr herî dawî li her devera Dihokê belav bû. Li Rojava ENKS û serkirdeyên wê ji dewleta tirk zêdetir kirasekî spî dixwazin li dagirkeriyê bikin û li başûr jî hîn kesên ku ji xwe re ji desthilata Hewlêrê çend qurişan digrin dixwazin hevkariya PDK’ê  û dewleta tirk bi peywendiyên asayî bi nav bikin û dagirkirina Dihokê rewa û normal bidin qebûl kirin.

Di demekê de ku dewleta tirk dixwaze hemû destketiyên kurdan ji holê rabike û ji bo wê li hemû deriyan dixe, Fermandarê HSD’ê Mezlûm Ebdî di rojên dawî de qale navbênkariyeke di navbera Partiyên kurd ên Rojava û ENKS’ê de kir. Mezlûm Ebdî eşkere kir ku dibe ew careke din hewl bidin hevdîtin çêbibin û li hevkirinek pêk were. Di vê mijarê de xelkê Rojava tevî ku dizane ENKS’ê di dagirkirina dewleta tirk ji bajarên wan re hevkar û xwedî rol e, dîsa jî bi niyeteke ku wan ji nava lepên tirk der bixe tev digere û destekê dide hemû hewlên hevdîtinan.

Di vê navberê de, hin serkirdeyên ENKS’ê ku naxwazim navê wan bînim ziman li ser dezgehên çapemeniyê derketin û gotin; “Şertên me hene ku em bi rêveberiya Xweser re bicivin û li hev bikin.” Ya rast jî ti hevdîtin di nava Rêveberiya Xweser û ENKS’ê de çênebûne û çênabin ji ber Rêveberiya Xweser niha ji partiyên kurd derbas bûye û ew êdî projeyekî rêvebirinê ya xelkê hemû herêmê ye. Hevdîtin û danûstandin tenê di nava partiyên PYNK û ENKS’ê de çêbûbûn û ger bibe, ew ê çêbibin.

Ya balkêş di van axaftinên serkirdeyên ENKS’ê de ew e ku şertan datînin û di destpêkê de dibêjin bila sîstema Perwerdeyê ya bi zimanê kurdî rabe û sîstema rejîmê vegere. Her wiha dîsa dixwazin kes neçe leşkeriyê û divê di her tiştî de şirîk bin. Ew qale şirîkatiya xizmetkirinê nakin lê dibêjin çi dahatuyên herêmê hebin divê nîvî para me be û hwd. şertan rêz dikin.

Lê pirs ew e; ger PYNK’ê got temam hûn çi dixwazin em dikarin we bikin şirîk, ew ê ENKS’ê ya di aliyê siyasî, exlaqî û civakî de îflas kiriye çi pêşkeş bike? Ew ê di aliyê Perwerdeyê de çi pêşkeş bike û çi sîstemê ji zarokên ku 10 sali n bi kurdî dixwînin re bînin?  Di warê parastinê de çiyê wan heye ku dibêjin divê em di biryarên leşkerî de jî şirîk bin? Di warê xizmetê de çiyê wan heye ku ew para xwe ya pereyan dixwazin û dest ji taxim û gerafêtên xwe ber nadin? Ew ê di warê aborî de çi projeyan bînin û ew ê çi pêşkeş bikin ku ewqas şertan rêz dikin?

Kurt û kurmancî ENKS dixwaze Rêveberiya Xwesere hemû kincên xwe deyîne û li kolanê tazî bimeşe. Li gorî wan, Rêveberiya Xweser an xwe radestî rejîmê bike yan jî li gorî dewleta tirk bimeşe. Ji ber tişta ku ew ji bakur û rojhilatê Sûriyeyê dixwazin, heman tiştên ku dewleta tirk û rejîm jî dixwaze ye. Lê wer xuyaye Fermandarê HSD’ê Mezlûm Ebdî dixwaze şansê dawî bide wan da belkî wan ji nava çirava hevkariya bi dewleta tirk re derbixe.

Nûçeyên Têkildar