Tifaqa Şoreşa Rojava

Li Rojhilata Navîn û di siyaseta cîhanî de guhertinên pir bi lez û girîng pêk tên. Di çarçoveya van guhertinan de hêzên hegemon dixwazin...

‘Dewleta Tirk li Sûriyeyê ket xefika DYA’yê’

Ev hevok li ser zimanê hemû şirovekar û şopînerên pispor bi rewşa Sûryê û pêşketinên dawî ên li wî welatî ne, lê xefik çi...

Tifaqa Şoreşa Rojava

Li Rojhilata Navîn û di siyaseta cîhanî de guhertinên pir bi lez û girîng pêk tên. Di çarçoveya van guhertinan de hêzên hegemon dixwazin...

‘Dewleta Tirk li Sûriyeyê ket xefika DYA’yê’

Ev hevok li ser zimanê hemû şirovekar û şopînerên pispor bi rewşa Sûryê û pêşketinên dawî ên li wî welatî ne, lê xefik çi...
Çarşamba - 18 Aralık 2024

Tifaqa Şoreşa Rojava

Li Rojhilata Navîn û di siyaseta cîhanî de guhertinên pir bi lez û girîng pêk tên. Di çarçoveya van guhertinan de hêzên hegemon dixwazin...

‘Dewleta Tirk li Sûriyeyê ket xefika DYA’yê’

Ev hevok li ser zimanê hemû şirovekar û şopînerên pispor bi rewşa Sûryê û pêşketinên dawî ên li wî welatî ne, lê xefik çi...

HSD: Em ê dersek dîrokî bidin Erdogan û çeteyên wî

Fermandariya Giştî ya HSD’ê daxuyand ku gelê Kobanê wê dersek dîrokî bidin Erdogan û çeteyên wî û bang li tevahî gelên herêma Rojhilata Navîn, cîhanê, hevalbend, şoreşger, mirovên demokrat û azadîxwaz kir ku li rex gelê Kobanê û QSDˋê cih bigrin û bi hev re ruhê 1’ê Mijdarê zindî bikin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) der barê êrîş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet Kobanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev tişt parve kir:

“Sûriye êdî derbasî pêvajoyeke nû bû. Bi hilweşandina desthilata Baasê re gelek valatî li herêmê çêbûn. Êdî rêveberiya Şamê dest guhert û ne diyar e wê pêşeroja Sûriyê çawa were xêzkirin. Dewleta Tirk a dagirker ku bi salane êrîşî herêma me ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, ji van valatiyên heyî sûd wergirt û berê çeteyên xwe da bajarê Minbicê. Bê guman dagirkeriya Tirk bi hemû hêza xwe ya hewayî û ne yekser jî be, bi awayek veşartî bejayî cihê xwe di nava vê êrîşa dagirkeriyê de girt. Bi vê dagirkeriya xwe re berê xwe da Bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê, anku xwest berê xwe bide Kobanê. Li vir şerên pir dijwar rû dan. dagirkeriya Tirk bi hemû teknîka xwe bi ser şervanên me de hat. Lê piştî 5 rojan û di encama berxwedana mezin a şervanên me, ev êrîş tevahî hatin şikandin.

Bê guman dagirkeriya Tirk ranaweste û niha plan dike êrîşî bajarê Kobanê bike. Heta plana wê ew e ku tevahî xaka Sûriyeyê îlhaq û dagir bike. Ji bo wê jî niha di serî de Kobanê li seranserî herêmê hêjmarek mezin leşker û çeteyên xwe, tevî çekên giran di rewşeke amade de girtiye. Her wiha bi awayekî rojane êrîş dike û gefan dixwe.

Cîhan tevahî dizane wek HSD’ê bi hemû meclîsên xwe, em hêzeke rewa ne û me li dijî DAIŞ’ê şerekî pir dijwar da meşandin û heya niha ev têkoşîna me didome. Dunya tevahî ev serkeftina me ya li hember DAIŞ’ê pîroz kir. Lê mixabin ku li cihê me DAIŞ têk biriye, îro dewleta Tirk wekî ku tola DAIŞ’ê rake, êrîşî wan deveran dike. Her kes dizane DAIŞ destpêkê li Kobanê têk çû. Şikandina xwe ya yekemîn li wir xwar. Anku li Kobanê ji bo azadiya gelê Kurd û tevahî gelên herêmê, heta ji bo parastina tevahî cîhanê ji metirsiya DAIŞ’ê, rûmeta mirovahiyê hate parastin.

Yên ku digotin; “Kobanê ket, vaye wê bikeve” îro berê çeteyên xwe didin Kobanê. Em wek HSD bi biryarin, em ê heya dawî li hemberî van êrîşan rawestin. Çawa ku Kobanê bû destpêka tunekirina DAIŞ’ê, ew ê ji bo Erdogan û çeteyên wî jî bibe destpêka têkçûnê. Şervanên azadiyê û gelê me yê Kobanê yê birûmet wê dersek dîrokî bidin Erdogan û çeteyên wî.

Ji bo wê di serî de ciwanên Kurd û Ereb divê tevahî gelê herêmê van xeteriyan bibîne û ji bo mezinkirina berxwedana rûmetê, cihê xwe di nava HSD’ê de bigrin. Ev dem ew dem e ku divê ciwan ref bi ref biherikin nava HSD’ê. Heger em dixwazin malbatên me û gelê me bi aramî li ser axa xwe bi rûmet jiyan bike, wê demê divê em bi lezgînî beşdarî nava refên HSDˋê bibin. Bi vê sekna xwe ya berxwedêr em ê karibin jiyana azad û bi ewle misoger bikin.

Bi qasî ku gelê me li her bajarî tax û kolanên xwe biparêze, wê ewqasî bibe palpişt ji bo hêza xwe ya parastinê. Ji bo wê divê gelê me bi ruhê seferberiyê tev bigere û hemû jiyana xwe li gorî rastiya vî şerî dijwar rêk û pêk bike.

Wek Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) em bang li tevahî gelên herêma Rojhilata Navîn, cîhanê, hevalbend, şoreşger, mirovên demokrat û azadîxwaz dikin ku divê li rex gelê Kobanê û HSDˋê cih bigrin û em bi hev re ruhê 1’ê Mijdarê zindî bikin. Ev ruh wê careke din cîhana me ji xeteriya DAIŞ û alîgirên wê biparêze û ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û azad wê rola sereke bilîze.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar