Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HSD: Fermandar Ronî Welat li Dêrazorê şehîd bû

Hêzên Sûriya Demokratîk daxuyand ku yek ji fermandarên wan, endamê meclisa wê ya leşkerî û endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ronî Welat li Dêrazorê şehîd bû.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê nasnameya yek ji fermandarên xwe Ronî Welat aşkera kir. Berfirehiya daxuyaniya HSD′ê wiha ye:

“Bi serbilindî û bawerî bi serkeftina doza xwe, Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) şehîdbûna endamê Meclîsa Leşkerî û endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê Fermandar Ronî Welat/Şêrwan Hesen ragihand. Ronî Welat di encama êrişeke terorîst a tirsonek li rojhilatê Dêrazorê de dema li ser erka xwe ya neteweyî û exlaqî bû, hate şehîdxistin.

Bi vê munasebetê, Fermandariya Giştî ya HSD′ê sersaxî ji tevahî şervan, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û malbata şehîd re xwest.

Şehîd Ronî aşiqê axa welat bû û jiyana xwe kir oxira wê. Di dirêjahiya salên têkoşîna xwe de gelek fedakarî bê terdud û dudilî pêşkêş kirin, nexasim li dijî rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst û dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê. Yek ji têkoşerên di salên şerê dirêj ê li dijî rêxistina terorîst li Girê Spî, Minbic, Reqa, Tebqayê de di eniyên pêş de bû. Her wiha li Dêrazorê jî şehîd Ronî fermandariya şerê rizgarkirina Hecînê ji rêxistina DAIŞ′ê de kir û heta şehadetê têkoşîna xwe dewam kir.

Hevrêyê me Ronî yek ji fermandarên destpêkê yên beşdarî avakirina Hêzên Erka Xweparastinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû û li ser perwerdekirina şervan û rêxistina wê çavdêrî kir.

Dîroka şehîd Ronî tijî fedakarî ye. Li qadên berxwedanê bi lehengî, zanabûn û însiyatîfa xwe dihat nasîn, her wiha bi bilindkirina rêgezên biratiya gelan û têkbirina fitneyê ku hin aliyan hewl dida li Dêrazorê derxin dihat nasîn. Bi taybetmendiyên xwe yên dilnizmî cihê xwe di dilên tevan de girt. Ji ciwan û temenmezinên herêmê nêz bû. Çareserkirina tevahî pirsgirêkan hilgirt ser milê xwe.

Di operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ ya dawî ku hêzên me dabû destpêkirin de hevrêyê me Ronî gelek xebatên lihevannê bi rê ve birin û hevgirtina şêx û rûspiyên eşîran geş kir. Yek ji fermandarên destpêkê yên li dijî fitneyê sekinî. Li dijî şerê navxweyî ku çeteyên dijber hewl didan gelên herêmê bikişînin nava şer sekinî û têk bir.

Rola girîng a ku şehîd Ronî li Dêrazorê piştî DAIŞ′ê pêk aniye; jinûve avakirin, damezrandina saziyên leşkerî û rêveberî û têkiliyên wî yên baş bi xelkê herêmê re hişt ku ji aliyên dijber re bibe armanceke diyar.

Hevrêyên şehîd Ronî, di serî de fermandarên Dêrazorê yên ku xisletên wî yên paqij ji nêz ve nas kirine, sûd ji pisporî û tecrûbeyên wî yên leşkerî û civakî wergirtin û pê bandor bûne dê şopa wî li Dêrazorê û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam bikin.

Li ser vê bingehê, em di demekê de sersaxiyê ji malbata şehîd Ronî, hevrê û gelê xwe dixwazin, em diyar dikin ku ji bo armancên şehîdan wefadar bin û soz didin ku bi ser terorîstên ku sûc kirine de bigirin û wan li ser sûcên wan ceza bikin.

Agahiyên li ser nasnameya şehîd:

Navê tevgerî: Ronî Welat

Nav û paşnav: Şêrwan Hesen

Navê bav: Hisên

Navê dayikê: Hediye

Cih û dîroka jidayikbûnê: Qamişlo/1979

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-5′ê Kanûna 2023′yan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar