Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HSD: Gelê herêmê hedef hatin girtin

HSD’ê li ser êrîşên dewleta dagirker a tirk daxuyand ku cihên hatine hedefgirtin hêzên wan lê tuneye û wiha hat gorin: “Rasterast gelê herêmê hedef hatin girtin. Pêwîst e rêveberî û rejîma faşîst a tirk zanibe ku li beramberî gelekî bûye fedayî tu şansê wê yê serkeftinê nîne.”

Dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 2 rojên dawîn de zêde kirin. Di wan êrîşan de, sazî û navendên xizmetguzariyê û sivîl kirin hedef. Di encamê de 8 welatî şehîd bûn û 20 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek parve kir. HSD’ê ev tişt parve kir: “Êrîşên hewayî yên dewleta tirk a faşîst weke dewama êrîşên bi armanca qirkirinê yên 23’yê kanûnê dan destpêkirin hê jî didomin. Ev êrîş gelê me, çavkaniyên aboriyê û saziyên demokratîk ên gelê me bi derfetên xwe yên bi sînor û bi hêza xwe pêş xistine, yekser kirine hedef. Di encama van êrîşên du rojan de ji gelê me 8 welatparêz şehîd bûne û 20 welatparêzên me jî birîndar bûne. Em ji bo şehîdên xwe ji Xwedê rehmetê dixwazin, ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazin. Ji bo birîndaran jî şifayê dixwazin.”

‘Divê gelê me ji bo parastinê tevlî HSD’ê bibin’

HSD’ê bi bîr xist ku dewleta Tirk a faşîst û şefê wê Erdogan bi rêbazên herî qirêj raya giştî ya hundir û derve dixapîne û wiha domand: “Xwe disipêrin derewa ku dibêjin êrîşî hêzên HSD’ê kirine û  ji hêzên HSD’ê gelek windahî çêbûne. Pêwîst e gelê me û tevahî raya giştî zanibe ku weke HSD’ê tu windahiyeke me nîne. Li deverên êrîş pêk hatine hêzên me yên eskerî nîn in. Yên hatine hedefkirin û rastî êrîşê hatine gelê me ye. Li hemû qadan di serî de li hember êrîşên dewleta tirk a terorîst û faşîst, li dijî her cure êrîşan ji her demê zêdetir em ê gelê xwe biparêzin. Pêwîst e rêveberî û rejîma faşîst a tirk zanibe ku li beramberî gelekî bûye fedayî tu şansê wê yê serkeftinê nîne. Yekîtiya bi zanebûn û berxwedana bi awayekî rêxistinkirî ya gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dikare hemû êrîşan pûç bike. Şansê serkeftinê yê tu dijminekî, bi taybet jî yê dewleta faşîst a tirk li hemberî gelekî bi vî awayî xwe rêxistin kiriye û bûye îrade nîne. Li hemberî van hemû êrîşan pêwîst e gelê me yê Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi serwextbûna xweparastinê re berteka xwe ya rêxistinkirî di asta herî bilind  de nîşan bide. Pêwîst e gelê me rê nede van êrîşan, qadên xwe û şoreşa xwe bi çalakiyên xurt biparêze. Divê bi vê zanebûnê hereket bike. Bêyî parastina xwe ji kesekî hêvî bike, divê tevlî HSD’ê bibe û parastina xwe misoger bike.”

HSD’ê herî dawî ev bang kir: “Em bêdengiya Hêzên Koalîsyonê û Rûsyayê ya li hember van êrîşan rast nabînin. Em li bendê ne, li hember van êrîşan helwest bigirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar