HSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer û pevçûnan a 24 saetên dawî parve kir. HSD’ê diyar kir ku di şer de herî kêm 15 çete hatin kuştin û 3 maşîneyên çeteyan jî hatin rûxandin
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) encamên şer û pevçûnên 24 saetên dawî bi daxuyaniyeke nivîskî parve kir.
Daxuyanî wiha ye:
“ZIRGAN Û TIL TEMIR
* Artêşa tirk a dagirker û komên wê yên çete êrîşên xwe yên dagirkeriyê domandin. Di vê çarçoveyê de xwestin bi êrîşên li dijî gundên Ingel-Hewa, Til El Werd, Xirbe Dibs, Bab El Fereş, Til Mihemed û Ûm El Îşbayê dagirkeriya xwe berfireh bikin. Hêzên me di çarçoveya mafê parastinê bersivên tund dan û şerekê demdirêj qewimî. Di şer de herî kêm 15 çete hatin kuştin û 2 maşîneyên leşkerî hatin rûxandin.
EYN ÎSA Û KOBANÊ
* Artêşa dagirker û komên çete bi armanca berfirehkirina dagirkeriya xwe û kontrolkirina rêka M4 a navdewletî êrîşî gundên Xirbet Faris, Boxaz Sêgir, Şêrgirad û Mesûdiyê kirin.
* Hêzên me bersiv dan êrîşkaran û şer derket. Li qadê gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin lê hejmara wan nehat zelalkirin.
* Di encama bersivdana hêzên me de herî kêm 15 çete hatin kuştin û 2 maşîneyên leşkerî û maşîneyeke kar hatin rûxandin.
* Di vê berxwedanê de 8 hevalên me jî birîndar bûn.”