Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HSD: Herî kêm 15 çete û leşkerên tirk hatin kuştin

HSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya roja 34’emîn a Berxwedana Rûmetê aşkera kir. HSD’ê diyar kir ku di şer û pevçûnan de herî kêm 15 çete û leşkerên tirk hatine kuştin û hejmareke zêde jî hatine birîndarkirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) encamên şer û pevçûnên roja 34’emîn a Berxwedana Rûmetê bi raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de HSD’ê destnîşan kir ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê tevgera xwe ya dagirkeriyê berfirehtir kir û êrîşên xwe yên bejahî û hewayî domandin.

Daxuyaniya HSD’ê wiha dom kir:

ZIRGAN

* Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi piştgiriya tank, top û balafirên keşfê êrîşî gundên Til Mihemed, Um İşbe û Bab El Xêr kir.

TIL TEMIR

* Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û bi piştgiriya balafirên keşfê bi dijwarî êrîşî gundên Menax û Reşediyeyê kir. Li ser vê yekê jî hêzên me yên Meclisa Leşkerî ya Suryan bersivên tund dan û hejmareke leşkerên artêşa tirk a dagirker hatin kuştin û birîndarkirin. Lê hejmar nehat zelalkirin.

* Her wiha di encama topbarana artêşa tirk a dagirker a li Serêkaniyê de guleyekê obusê ya dagirkeran di nava wan de teqiya û di encama de 8 leşker û çete hatin kuştin.

EYN ÎSA

* Artêşa tirk a dagirker bi çekên giran, tank, top û balafirên keşfê êrîşî gundên Mişêrfa, Silîp, depoyên genim ên Qiz Elî, Şergirakê û Rêya M4’ê kir. Di encama bersivdayîna hêzên me de herî kêm 7 çete û leşker hatin kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûn.

* Her wiha artêşa tirk a dagirker li gundê Qirinfilê bi balafirên keşfê li seyareyekê sivîlan xist. Di encamê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn.

* Bi giştî di encama şer û pevçûnan û di teqîna bi guleya obusê de 15 çete û leşkerên artêşa tirk a dagirker hatin kuştin û hejmareke mezin jî birîndar bûn.

* Di êrîşên hewayî yên artêşa tirk a dagirker de jî 2 hevalên me û 2 sivîl şehîd bûn û 4 hevalên me û 3 sivîl jî birîndar bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar