Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HSD: Herî kêm 31 çete û leşkerên tirk hatin kuştin

HSD’ê bi daxuyaniyekê nivîskî ragihand ku di encama şer û pevçûnên di 24 saetên dawî de herî kêm 31 çete û leşker hatin kuştin û 20 çete jî birîndar bûn

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê û bersivdayîna hêzên wan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya HSD’ê wiha ye:

SERÊKANIYÊ

* Êrîşên artêşa tirk dagirker û komên çete li gundewarên Serêkaniyê berdewam kirin. Artêşa dagirker û komên çete hewl dan ku bi çekên giran û seyareyên zirxî êrîşî gundê Cafayê bikin. Li ser bersiva hêzên me, 6 çete hatin kuştin û êrîş hate şikandin. Dîsa li xeta gundê Elokê artêşa dagirker bi bu balafirên bê mirov êrîşî herêmên sîvîl kir.

DÊRIK

* Artêşa dagirker û endamên MÎT’ê li ser xeta sînor tevgera xwe domandin.

AMÛDÊ Û DIRBÊSIYÊ

* Hêzên me li herêma gundê Kesrayê 2 çeteyên girêdayî şaneyên veşartî yên artêşa dagirker girtin û lêpirsîna van şexsan didome.

KOBANÊ Û EYN ÎSA

* Artêşa dagirker û komên çete bi çekên giran û hejmareke zêde ya çeteyan êrîşî gundên Evdikê, Bir Kîno, Qandiriyê û Cûdeydê kirin. Hêzên me bersiva van êrîşan dan û pevçûn derketin. Di pevçûnan de rêheval Amara di encama pevçûnan de şehîd bû û cenazeyê wê ji aliyê komên çete ve hate revandin. Pevçûnên li gundê Evdikê heta saetên êvarê berdewam kir û hêzên me bersivên tund dan. Di encama pevçûnan de tangek û panzereke komên çete hatin rûxandin, 25 çete hatin kuştin û 20 çete jî birîndar bûn. Di çalakiyên ku hêzên me di çarçoveya parastina rewa de li dar xist de hejmarek ji çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin lê hejmarek zelal bi dest neket.

* Di encama şerê 24 saetan de herî kêm 31 çete hatin kuştin, 20 çete birîndar bûn û 2 seyare hatin rûxandin. Ruxmê hemû dijwariya êrîşên artêşa dagirker û komên çete jî êrîşên wan hatin şikandin.

Di vê berxwedanê de 3 rêhevalên me bi lehengî şer kirin û şehîd ketin û 4 hevalên me jî birîndar bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar