HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî Girê Spî têk birine
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî şer û pevçûnên li Girê Spî daxuyaniyek parve kir. HSD’ê da zanîn ku hêzên wan êrîşên li dijî Girê Spî têk birin.
Daxuyaniya HSD’ê wiha ye: “Artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li dijî Girê Spî ji hêla bejahî ve dest bi erîşê kirin. Li ser vê yekê hêzên me bersiva êrîşê da û derbên giran li hêzên dagirker dan. Şer berdewam e û artêşa tirk bi çekên giran êrîşî navenda bajar û cihên sivîlan dike.”