Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HSD ji bo yekitiya neteweyî bi partiyên kurd re civiya

Şandeyeke ji fermandarên HSD’ê di çarçoveya xebatên avakirina yekitiya neteweyî de bi nûnerên partiyên siyasî yên kurd ên li Rojava re hevdîtin kir. Di serdanê de fermandarê giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî got; ‘Tu demên ku em vala derbas bikin nemane. Divê em yekitiya xwe ava bikin.’

Desteya Kar û Barên Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê demek berê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan di çarçoveya xebatên yekitiya neteweyî de biryar dane ku partiyên di nava ENKS’ê de êdî dikarin li herêmê buroyên xwe vekin û bê şertên pêşîn xebatên xwe bidomînin. Di çarçoveya heman xebatan de fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi nûnerên gelek partiyên siyasî yên kurd re hevdîtin kirin.

Di hevdîtinan de Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî jî amade bû. Di çarçoveya xebatên yekitiyê de şandeya HSD’ê bi nûnerên Partiya Demokratîk ya Pêşverû, 5 partiyên Hevbendiya Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê û Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê re hevdîtin kirin.

Şandeya HSD’ê ji hêla rêveberên Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Selah Derwîş, Ehmed Berekat, Ehmed Silêman, Hisên Çeto, ji partiyên Hevbendiya Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê rêveber Emced Osman, Mûstefa Meşayîx, Salih Gedo, Fewazî Şengalî, Nesredîn Îbrahîm, ji Partiya Yekitiya Kurd li Sûriyeyê Hesen Salih û Ebdulsemed Xelef Biro ve hatin pêşwazîkirin.

Rewşa dawî ya li Rojava vegot

Di hevdîtinan de fermandar Mazlum Ebdî der barê rewşa dawî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de agahî dan. Her wiha di hevdîtinan de nûnerên partiyên kurdî yên der barê yekitiya neteweyî de hatin guhdarkirin. Nûnerên partiyan jî rola HSD’ê ya di avakirina yekitiya kurdî de û girîngiya pêşxistina van hewldanan ji aliyê partiyên kurdî ve destnîşan kirin.

‘Tu demên ku em vala derbas bikin nemane’

Fermandar Ebdî der barê xebatên yekitiya kurdan de axivî û wiha got: “Tu demên ku em vala derbas bikin nemane. Divê em vê xebatê bi encam bikin û li benda tu hêzên derve nemînin. Divê ji bo vê xebatê em hemû bi hev re bigihin hevgirtinekî û yekrêziya xwe çêbikin.”

Ebdî têkildarî hevdîtinên bi rejîmê re agahî dan

Di hevdîtinan de li ser têkilî û danûstandinên li gel rejîma Sûriyeyê re nîqaş hatin meşandin. Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî der barê rewşa heyî ya dan û standinên li gel rejîma Sûriyeyê de agahî dan partiyan. Nûnerên partiyan ku beşdarî hevdîtinan bûne jî keyfxweşiya xwe anîn ziman û gotin ku ji bo yekitiya neteweyî ew amade ne ku erka dikeve ser milên wan bi cih bînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar