Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

HSD’ê jineke din jî ji DAIŞ’ê rizgar kir

Di sala 2014’an de dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî ser Şengalê kirin bi hezaran jinên êzidî ketin destê çeteyên DAIŞ’ê. Çeteyan ew li bazarên Iraq û Sûriyeyê firotin. Geleke ji wan qetilkirin û her cure îşkence li wan kirin. Heta niha jî aqûbeta bi sedan ji wan jinan nayê zanîn. Roza Emîn Berekat jî yek ji wan jinan bû ku çeteyan ew revandibûn. Roza Emîn Berekat piştî 8 salan duh li Şengalê ji aliyê HSD’ê ve radestî malbata wê hat kirin.

Merasîma radestkirinê duh li ber avahiya Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî a li Şengalê pêk hat. Ji ber ku ji malbata wê bav, dayîk xwişk û bira hîna di destê çeteyan de ne û aqûbeta wê nayê zanîn, ew radestî mamê wê kirin.

Roza Emîn Berekata ku bi gelek zor û zehmetiyên giran re rû bi rû mabû, di merasîma radestkirina malbatê de axivî û wiha got: “Roja 3’yê tebaxa 2014’an di hemû jiyana me de roja herî reş bû. Dema ku DAIŞ’ê êrişê navçeya Şingalê kir, xelkê me kuştin û ew ji hev cuda kirin, tecawiz kirin, li bazaran firotin. DAIŞ pir bi awayekî xerab nêzî jinên êzidî bûn.

Ez li Dêrezorê dimam û wan biryar da ku me bibin Tirkyeyê. Lê Hêzên Sûriyeya Demokratîk em di rê de ji DAIŞ’ê rizgar kirin. Spasiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Asayîşê dikim ku em ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin. Hêzên Asayîşê em anîn navenda êzidiyan a li bajarê Kobanê. Min bi berpirsê mala êzidiyan ê li Sûriyê Şêx Faurek re hevdîtin kir û ez spasiya wî dikim ji bo alîkariya wî da min ku ez anîm navçeya Şengalê li cem malbata min.

Piştî ku min malbata xwe dît ez pir kêfxweş im. Lê ji ber ku min dayika xwe nedît ez hinekî xemgîn im. Ez bi hêvî me ku di demeke kurt de dê malbata min jî bê rizgarkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar