Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HSD li Baxozê 2 kîlometreyan pêş ket

Şervanên HSD’ê şevê din ji bo rizgarkirina gundê dawî yê di destê DAIŞ’ê de dest bi operasyonê kir. Hat zanîn ku şervan 2 km’yan pêş ketin û şerekî dijwar li herêmê diqewime

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçoveya qonaxa Şerê Tunekirinê Terorê ya Pêngava Bagera Cizîrê de, navçeya Hecînê û gelemperiya gundewarên wê ji koma çete ya DAIŞ’ê rizgar kir. Şervanan şevê din jî ji bo rizgarkirina herêma Baxozê ya li başûrê rojhilatê Hecînê, operasyona dawî da destpêkirin.

Hat zanîn ku di çarçoveya operasyona dawî de di navbera şervanên HSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar rû dide. Li gorî agahiyên ji herêmê, di encama şer û pevçûnên giran de şervanên HSD’ê bi qasî 2 kîlometreyan pêş de çûn û berxwedan didome.

Têkildarî mijarê fermandarên HSD’ê agahî dan û diyar kirin ku li herêmê tenê qadeke biqasî 3 kîlometreçargoşe di destê çeteyên DAIŞ’ê de maye. Şerê li herêmê bi hemû dijwariya xwe berdewam dike.

Serweriya DAIŞ’ê bi dawî dibe

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şervanên HSD’ê piştî ku 20 hezar sivîlên di destê çeteyên DAIŞ’ê de rizgar kirin, dest bi operasyona li Baxozê kir. Bi serkeftina vê operasyonê re jî êdî serweriya DAIŞ’ê ya li ser rûyê erdê bi dawî dibe. DÊRAZOR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar