Li gorî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), dema çeteyên DAIŞ’ê hewl da bi awayekî komî ji girtîgehê birevin, hêzên wê li derdora girtîgeha Xiwêran 89 çete girtin.
HSD’ê diyar kir ku şaneyên DAIŞ’ê yên ketine malên sivîlan ên li taxa Zihûr, guleyan berdidin û dixwazin bi vê yekê hêviyê bidin çeteyên girtî.
HSD’ê aşkera kiribû ku vê sibê 5 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin ku êrîşî girtîgehê kiribû. Di nav wan çeteyan de çeteyên ji Çînê jî hene. Her wiha li derdora girtîgehê şer berdewam e. HESEKÊ