Navenda Nûçeyan |
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkilî êrîşan dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê yên li ser gundê Dibisê yê Eyn Îsa daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.
HSD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku hewldana dagirkeriyê ya dewleta tirk û çeteyên wê hatine şikandin.
Daxuyaniya HSD’ê ya têkilî mijarê wiha ye:
“Dagirkeriya tirk û çeteyên wê di 22’yê îlonê de di saet 3:45’an de êrîşî gundê Dibis yê bakur rojavayî Eyn Îsa kir û hewl da ku gund dagir bike û rêya M4 ya navnetewyî bixe bin kontrola xwe.
Hêzên me bersiv dane êrîşan û hewldanên dagirkirina gund têk bir. Her wiha di encama bersivdana hêzên me de 5 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Di encama êrîşa dagirkeriya tirk a li dijî herêmê de sivîlê bi navê Mecîd El-Ewed (35) şehîd bû û sivîlên bi navê Zeyneb Mihemed Şerîf (30), Mihemed Şerîf El-Ewed(83), Mehmûd El-Fesîh (19), Yusif Mihemed Hec Hemadî (25) û Terfe Mirî birîndar bûn.”
Her wiha HSD’ê bal kişand ser agahiyên şaş, xapandina raya giştî û xwe wekî parêzvan nîşandayîna dewleta tirk û wiha got: “Dagirkeriya tirk piştî êrîşê bi rêya malperên xwe yên fermî yên medyaya dîjîtal nûçeyên derew belav kirin û hew da ku raya giştî bixapîne û xwe wekî parêzvan nîşan bide. Dewleta tirk îdîayên derew belav dike, wekî ku şervanên me ew êrîş pêk anîne lê ew nikare bi derewan rastiya sûcên xwe veşêre.”