Şervanên HSD’ê ji Dêrikê heta Girê Spî û Kobanê, li seranserî sînorê rojavayê Kurdistanê bersivên tund dide hêzên artêşa tirk a dagirker
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê berdewam in. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê, gelên rojavayê Kurdistanê jî li seranserî bajaran rahiştin çekan û amadekariyên berxwedaneke dîrokî dikin.
Hat zanîn ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li hemberî êrîşên dewleta tirk, li seranserî sînorê rojavayê Kurdistanê bersivên tund dide hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê. Li gorî agahiyên ji herêmê, şervanên HSD’ê ji Dêrikê heta Girê Spî û gundê Zormixar ê li rojavayê Kobanê, di çarçoveya mafê parastinê de bersivê dide hêzên dagirker.
Êrîşên artêşa tirk û li hemberî vê jî bersivên şervanan bidomin.